Li gundekî Mûşê gundîyan tv temaşe dikirin, di bernamê de mijara Zaza û Kurmancan gengeşî dikirin.
Hinek bêşdaran digotin “ Zaza ne Kurd in, netewek cuda ne. “
Hinek bêşdaran jî digotin “ Zaza Kurd in û zimanê Zazakî jî wek Kurmancî, wek soranî şaxeke Kurdî ye. “
Gundîyekî got “ Birastî jî Zaza ne Kurd in, ez ji zimanê wan tiştek fêm nakim.”
Yekî din got “ Law tu çawa fêm nakî ? Hema mirov devê xwe xwar ke û biaxive Kurmancî dibe Zazakî lo. “
Civatê bi piranî gotin “ Belê tu rast dibê, mala te ava. “
Van rojan dîsa hinek bi zanatî lê nezan mijara Zaza vedikin da ku Kurdan ji hev parçe bikin.
Gelî Kurmancan, hûn jî hema devê xwe xwar bikin û biaxivin, hela Zaza çawa ne Kurd in!
Na keko, ne zazaki, labelê soranî ‚devxwarkirina kurmancî‘ ye.
İspata vê îddîayê heye:
1. Dimilî (zazakî) yekser girêdana xwe heye bi şaxekî avesta/pehlewî re
2. Soranî (yanî: silêmanî) hevgirêdana xwe ne bi avesta re lê dîrekt bi kurmancî re heye.
Paşê dimilkî peyvên kurdî (wek soranî …ekan, ….akan) natewîne. Dimilkî dibêjin: nanon, lê yên devoka mehellî ya silêmanî (yanî soranî) dipeyivin dibêjin: nanekan..
Ka kîjan tewandin e?
Slavên germ li we be
bi rastî devoka Kurmancî, Zazaklî u Soranî bixwe yek zimane yane zimane Kurdiye (Medi-Avestai ye). Loma zimane kurdî zimaneki pirr dewlemendî ye! Ewen ku dibejin Zaza ne kurd in yane (Med-Avesta), pirr şaşidikin u tistaki nizanin! Ere raste Zaza ne Kurmanc in, u Kurmanc ne Soran in u Soran ji ne Zaza ne, le ew hemmu Kurd in u bi esle xwe Med-Avesta ne! u bi devoken xwe bi hev re pewendi hene!
Ki dibeje ku Zaza ne Kurd in, we caxe Kurmanc u Soran ji ne Kurd in (Med-Avesta).
Em hemmu Kurd in u esle xwe Med-Avesta ne!
were