Birastî me ji zû de meraqa başqanê xwe û rewşa wî ya zîndana Îmralîyê dikir. Ji ber wêneyên wî nediweşandin, fikarên xerab dihatin bîra me û me digot qey dewleta virqo tiştek bi başqanê me kiriye, baş lê nenerîne û ji çap xistine. Lê piştî weşandina wêneyê wî yê herî dawîn, bêhna me hat ber me û kêfa me hat.
Di wêne de dixuye ku dewleta virqo û hikûmeta Kasimpaşalî Receb baş li başqanê me nerîne. Dixuye ku tendirustîya wî baş e û li ser xwe ye. Tenê por û simbêlê wî spî bûne ku ev jî tiştekî xwezayî û normal e. Wekî din wek boxekî berana ye û xwedê bê erê, ewê karibe 20-30 salên din jî serokatîya şoreşa bakur bike.
Ê de li ser xêrê be rebbî!
Xwedê başqanê me ji ser serê me kêm neke rebbî!
Xwedê bikim melkemot nikaribe nêzîkî girava Îmralîyê bibe û tu nexweşî jî newêribin xwe nêzîkî wî bikin!
Ji bo ku baş li başqanê me nerîne û ew baş xwedî kirine, bi sê telaqên bê fitû ezê raya xwe bidim Kasimpaşalî Receb û xelas…
Amed
eré wele başkanı me vek zér u zive her biji apoooooo
law zikreş pişo miheme ji xwe ji dode tu amadebuyi raya xwe bidi quzê kerê
ez bi qurban
rêberê azadiye tu herdem di nav dile medeye
herdem em bi terene