Tevgera Ciwanên Kurdistan lotikek din avêt û berê xwe da Mêrdînê.
Tevgera Ciwanên Kurdistan komeleya xwe ya duyem li Qosera Mêrdînê vekir û lotikek pîroz avêt. Di vekirina komeleyê de gellek xort û keçên ciwan beşdar bûn û bi ala Kurdistanê vekirina komeleya xwe pîroz kirin.
Ciwan, ango keç û xortên nûhatî lokomotîfa şoreşê û garantîya pêşeroja Kurdistanê ne.
Hinek ciwanên Kurd ên ku bi dehan sal in bi mejîyê Kemalîzma çep hatine perwerdekirin û ji Kurdayetîya xwe hatine dûr xistin, ne bi kêrî xwe û milletê xwe tên û ne jî bi kêrî hinekên din. Di dema îro de pêwistîya Kurdan bi nifşekî netewperwer û Kurdperwer heye. Kî, çi tevger, çi rêxistin û partî dibin bela bibin, heke netewperwerî û Kurdperwerî kirin, bizanin ku ewê xizmetek mezin ji Kurd û Kurdistanê re bikin. Yan na, wê Kurd çem û çem li ber lingan herin wesselam..
Em xebat û komela Tevgera Ciwanên Kurdistan pîroz dikin, hêvîdarin wê rebbê alemê ji xortan re 70 horî û ji keçan re jî 71 nûrîyan bike qismet…
Qoser
Bê GOMAN CIWAN PêşRROJA HER MILETEKî NE,HEGER LI SER DOZA WELATê XWE û MILETê XWE BI AWAKî RAST WERIN PERWERDE KIRIN.ê ME LI BAKûRê KURDISTANê KEMALIZMê û KEMALISTêN KURD BIRîNêN MEZIN DI CIVAKA ME KRDAN DE VKIRIN.Lê PEYDABûNA CIWANêN NûH ANGO CILê NûH JI KEç û XORTêN ME BI XWE BI HISIN û şIYAR BIBIN.EVAYA BEXşANEKE JI ALî XûDAVE,EZ HêVîDARIM HEJMARA KEç û XORTêN KURD Kû VI RENGî DI FIKIRIN PIRTIR BIBIN û SERKEFTINê JI WAN RE DIXWAZIM.
Kekê min, şivanê Qoserê! Ez jî wan keç û xortan pîroz dikim, lê tirsa min ew e ku ew jî weke te biramin. Ma heger ne ji wan keç û xortên – ku tu ji rêbaza wan ne qayil î – bûna te dikaribû bi azadî van axiftinan bikî û wan jî dikaribûn vê alê hildin? Ev keç û xortên me yên ku ji 30 salan ve tola bav û kalên min û te dihilînin û rewşa Kurdistana ku yên weke te ne dikaribûn di hundirê mala xwe de jî bilêv bînin, niha „liberalên“ weke te, Ibrahîm Guçlu, Kemal Burkay, roj li nîro ji pêş polîs û rayedarên tirk ve, bê tirs diqîrin û dibêjin: Bijî kurd û Kurdistan. Ka bide ber çavê xwe ku ev xort ên Qoserê li benda te, Guçlu û Kemalo mabûna, dê bakurê Kurdistanê niha di çi rewşê bûna. Hinek bext û wijdan bikar bîne!!!!!
Kekê Resûl, ez qurban..
Bawerim cenabê te paşûpê nivîsa min xwendiye. Yan haya te ji dîrokê tuneye, yan jî kekê min nuh ji xewa şîrîn şiyar bûye. Me berî 35-40 salan dîsa di mala xwe de , li kolanan digot „Bijî Kurdistan“. Gava me di bin dar û lêdanê de digot „Bijî Kurdistan“ belkî wê gavê tu hebû yan tu tunebû. Belkî te nizanîbû Kurdayetî jî çiye. Ez ne hevalê Guçlu û Burkay û filankes yan bêvankes im. Ji ber ku ez jî wek wan keç û xortên ku komel ava kirine Kurd û Kurdistanî me, xeta netewî diparêzim, min piştgirî daye wan. Ma min qebhetek kiriye cîgerim?