Belê, Plarfotma Demokratên Kurd (PDK-B) li Amedê ofîs û kozika xwe vekir û bi kokteylek qerase lotikek avêt.
Wey pîroz û bimbarek be rebbî!
Lê balkêş e, tiştê ku girgirekên PDK-B dixwazin û tiştê ku PKK û BDP dixwaze heman tirşik e. Yanî „Demokratîkkirina Tirkîyê“.
Di vekirina kokteylê de serokê PDK-B xalê me Sertaç Bûcak lotikek kesanedî avêt û axavtinek nermik kir. Xalê me Sertaç Bûcak behsa rêbaza Barzanîyê nemir (ku heta îro jî kesekî rêbaza Serok Mistefa Barzanî nedîtiye û nexwendiye û ji ber vê jî tu rêbazek berbiçav tuneye) kir û got ku xwedêgiravî ewê bidin ser rêya rêbaza Barzanîyê nemir.
Heta vir xweş û geş bû. Lê gava xalê me Bûcak behsa armanca PDK-B kir, cêrek ava cemidî bi ser serê me dabû.
Armanca PDK-B çiye hûn zanin?
Xalê me Bûcak got: „Armanca me ya sereke demokratîkkirina Tirkîyê ye (yanî Demokratîk Cimhûrîyet e). Di pêşerojê de heke encamên tekoşîna aştî û siyasî çêbûn, wê gavê em Kurd emê şikl û şemalê îdarekirina xwe nîqaş bikin. Lê bi kurtî divê Kurd xwe bi xwe îdara xwe bikin“ filan û fîstan.
La îlahe îlallaaaaahhhh û Mihemed Resûl allah!
Ê başe bavê min, madem wilo û wisa ye, gava PKK û BDP Demokratîk Cimhûrîyetê dixwaze, gava behsa Xwelîserîya Demokratîk dike, çima hûn li dij derdikevin? Madem hûn jî wek PKK û BDP „demokratîkkirina dewleta Tirko“ ji xwe re dikin armanca sereke û dev ji azadî û serxwebûna Kurdistanê berdidin, naxwe ev çi şorbe ye û çi tirşik û tirşo ye? Madem ferqa we ji hev tuneye, madem hûn herdu alî jî heman tiştî dixwazin, we di nava PKK û BDP de xebata xwe bikira ne çêtir û bixêrtir bû babam?
Axir, lotika PDK-B li ser xêrê be û xwedê wan bigihîne armanca wan rebbî!
Armanca „demokratîkkirina Tirkîyê“
Niha birastî lo, ma „demokratîkkirina dewleta virqo“ bi Kurdan maye? Bi serê wan û bavê wan ketiye ku dev ji „demokratîkkirina têkilîyên navbera Kurdan“ berdin û dersa demokrasîyê bidin dagîrkerên welatê xwe?
Yan Tirk ewqasî ehmeq in û nikarin demokrasîyê bînin welatê xwe?
Na na, bi xêr û selamet, piştî demokratîkkirina Tirkîyê, îcar wê Kurdên me Sûrî, Iraq û Îranê jî fêrî demokrasîyê bikin û wan bikin „Demokratîk Cimhûrîyet“.
Û piştre jî wê berê xwe bidin Asya, Afrîka, Rûsya, Amerîka û Ewrûpayê jî.
Û herî dawî?
Piştî ku dinya „demokratîk“ kirin, îcar belkî Kurd û Kurdistan bê bîra wan û li xwe hay bibin.
Lê heta li xwe û demokrasîya xwe hay bibin jî, wê hasil bigihê Mûsilê û wê qûş li Kurdan biqete, ne ziman dimîne, ne Kurdistan dimîne û ne jî Kurdayetî.
Axir, mesela me Kurdan wek mesela ker û pîrê ye.
Kero nemir buhar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê….
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!