Gulên avdarê tu vedikî
Xunav li ser sîngên te dihele
Wî rûyê te yê nazik geş dike
Hestên min tu serxoş dikî
Dilê xort û ciwanan şa dikî
Dîlanekê tu digerînî li ser vê xakê
Bedewê, bexçê gulan û evîndaran
Tu dilê birîndaran, derman û melhem dikî
Bedewê, şox û şengê, nazika cîhanê
Binefşa erdê, zirav û çelenga vê xakê
Bedewê, bihuşta dilê xort û eşiqan
Kezeba dilê vîn û evîndaran
Hêlîna mêrxas û egîd û sîwaran
Bedewê, ezê vexwim ji destên te ava heyatê
Ger qehwe be, ger şeraba hinarê be, ger jehra reş
Ne xem e ger kuştina min bi destê te be
Ne xem e ger mirina min li ser sîng û bala te be
Ne xem e, nexem e, lê bixwîne nameya min eger ev dilê te be
Bi xwe peyvên ku li vir hatin nivîsandin nazikin ji wê bi erngek xweş bi xelkê nazik re diaxive .
Her hebê xwedî van peyvan.