Komeleya Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya gelên Rojhilata Navîn û Navenda Lêkolînên Stratejîk (PYR) hate damezrandin.
Roja 12.02.2014an bi serlêdana fermî, Navenda Lêkolînên Stratejîk û Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn (OHAK-DER), bi serokatiya nivîskar û ramyar M. Burhan Hedbî hate damezrandin.
Armancên Komeleyê;
Derbarê çimayên (sedemên) wendabûna huqûqê brayetî û destpêkirina bêasûdeyî û nearamiya di nava gelên rojhilata navîn de vekolîn..
Bersiva pêwîstî û pêdiviya raya giştî û derdora politikaya derveyî de ji bona rawestandina xwînrêjî û kuştina brayetiyê..
Ji bo parastin, xurtkirin û bipêşdebirina yekîtiya gelê Rojhilata Navîn û di vî warî de xebat, alîkarî û pişgiriya kes û saziyan
Ji bo dawîlêanîna dijminayî ya xwînê û rêlibergirtina dijminayiyên nuh de xebat û avakirina projeyan
Ji bo perwerde, çand, bi hemû rê û rêbazên nû çalakiyên civatî bi hevre bêne birêvebirin û ji bo serastkirina kêmaniyan avakirina projeyên nuh dixebite.
Serokê Komeleyê yê avakirinê M. Burhan Hedbî, wê di pey re daxuyaniyek berfireh pêşkêşî raya giştî bike.
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin