Mirovek hebû derzîyek diçikand, çil gavî jê dûr diket û çil derzî
diavêt di qula derzîya daçikandi re derbas dikir. Gundî şaş û metel diman ev çi huner e, ev çito hunermend e. Behsa vî zilamî hat kirin, navê wî û lîstoka wî li her deverê belav bû.
Paşayê herêmê bihîst bawer nekir lê gazî wî zilamî kir. Got: “ Min seh kir tu zilamekî gelek bi hunerî. Hela wê hunera xwe nîşan bide derew e an rast e, em jî temaşe bikin. “
Zilam got “ Wey ser çava, ferman ya paşaye, ez çawa nakim. “
Zilam derzîyek daçikand, çil gav jê dûr ket. Çil derzîyên destê xwe yeko yeko wek tîrê avêt û di qula derzîya daçikandî re derbas kir.
Paşa jî bi temaşeya vê hunerê şaş û metel ma, hinek fikirî û ferman da berdestîyên xwe. Got: “ Vî zilamî bi çil zêrî xelat kin û çil çoyan (şiv) jî lêxin. “
Zilam got: “ Paşayê min, xelata te li ser çava; lê çima çil ço ? “
Paşa got: “ Çil ço ji bo hunera te, çil ço jî ji bo xebata te ya bi tiştê vala re. “ Werhasil…
Ev wek mesela me Kurdan û ya dewleta virqo ye. Bi fermana serokê ser erd û bin erd rêxistin û partîya wî, bi zordestî Kurd anîn bi Tirkoleran ve zeliqandin jî nebû. Dîsa xelata Kurdan êrîş e, kutan e, perçiqandin e û ço ne !
Nalet bê li vê xebat û lebatê lo!
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê