Zilamek hebû debara xwe bi dizîyê dikir. Rojekê çû ji gundekî din hespeke kihêl dizî anî malê.
Serê sibê ji lawê xwe re got: “ Kurê min ku ez vê hespê bibim bazarê hemû min nas dikin. Tu bibe bifroşe. “
Kurê wî got : “ Temam, bavo ezê bibim bazarê . “Lawik hesp bire bazarê.
Xwedîyê hespê jî ji bo hespê xwe bazar raçav dikir, bala xwe dayê waye hefsarê hespê wî di destê kurikekî de ye.
Slav lê kir û jê pirsî: “ Xwarzê tu vê hespê difroşî ? “
Kurik got : “ Erê xalo min ji bo firotanê anî bazarê. “
Li ser bihayê hespê hinek mineqeşe kirin û li hev hatin werhasil.
Xwedîyê hespê got : “ Xwarzê bazara me çêbû, lê ez di şikê de me; lingê hespê wek seqet (kûd) dixuyê. “
Lawik got : “ Na xalo, lingê hespê seqet nîne. “
Xwedîyê hespê got: “ Xwarzê ku destûra te hebe ji bo ceribandinê ez li hespê siwarbim û bi bezînim, ku saxlem be ezê werim perê te bidim. “
Lawik got: “ Temam xalo biceribîne, ma tu jî pere didî. “
Mêrik li hespê siwar bû çû. Çûyîn ew çûyin bû, hespê xwe rizgar kir.
Lawik gelek dem li bazarê sekinî, dibe ku xalo vegere. Paşê fêm kir ku hat xapandin. Neçar êvarê zivirî malê.
Bavê wî bi kêf got: “ Eferim kurê min, te hesp bi çiqas pereyî da ? “
Kurik bêkêf û xemgîn got “ Bavo ne kar heye ne zerar, hema çawa hat wilo çû “
Ev jî mesela Kurda û partî û sîyaseta wan e. Ji Tirka veqetîyan ku kar bikin, cardin zivirîn tev Tirka bûn ! Her kar tune, lê kulî zerar e…
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda