Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava bajarê Nisêbînê be, li gora ku jinkok li ser tenûrên gundê Zorava dikin galegal, dibêjin xwedêgiravî axayê eşîreta Bûbilanîyan Laleş Qaso axatîya xwe firotiye Şerefxan Cizîrî.
Laleşê me ku ev çend sal in mihacir bû û nikarîbû vegere nav eşîra xwe, bi nameyek vekirî, bi mohr û îmze axatîya eşîreta Bûbilanîyan daye kekê me Şerefxan Cizîrî. Laleşê me ji Şerefxan Cizîrî xwestiye ku ew hem nûnertîya eşîra Omerya bike, hem jî a eşîra Bûbilanîyan.
Di vê derbarê de rewşenbîr, nivîskar û lotikvanên Bûbilanî rabûne ser tapana û li çoga xwe dixin. Dibêjin „Em sax û nemirî çawa Laleş Qaso bêyî xebera me, bêyî bi me bişêwire, axatî firotiye Şerefxan Cizîrî. Hem jî belaş, bêyî ku çewalek nîsk yan qatûfek tirî ji Şerefxan bistîne“ filan û fîstan.
Lê zêdebûna ser kezebê ev e, Laleşê me ji hepisxane û zindanên mihacirîyê xelas bûye û kare vegere gundê xwe. Û hetta çend carî vegeriyaye jî. Piştî vegera xwe ew li axatîya eşîra Bûbilanîyan poşman bûye yan na em nizanin. Lê ku li axatîya xwe poşman bûbe û axatîya xwe ji Şerefxan Cizîrî paşde bixwaze, wê ew û Şerefxanê me çi tofan û babelîskê bînin serê hev kes nizane. Belkî jî li ser çewalek nîsk û qatûfek tirî li hev bikin û qe nebe şerê eşîra Omerya û Bûbilanîyan dernekeve.
Axir, niha halîhazir pirsgirêk û mijara yekemîn a Nisêbînê û gundên derûdora wê ev mijar e. Hinek dibêjin Laleşê me li axatîya eşîra Bûbilanîyan poşman bûye û wê dozê li kekê me Şerefxan Cizîrî veke. Û hetta belkî ev pirsgirêk heta bi Dadgeha Mafê Mirovan jî here.
Ê de a bi xêr..
Xwedê bikim hema ji bo çewalek nîsk û qatûfek tirî şerê eşîra Omerya û Bûbilanîyan dest pê neke û herdu nivîskarên me (Laleş Qaso û Şerefxan Cizîrî) dest bi mizakereyên aştîyê bikin..
Nisêbîn
Sed xwezî bi wê eşîrtiyê û ne bi vê tirkayetiyê!
Howeh li vê ecêba kesnedîtî ku tirkan bi rêya PKKê em kurd bi miletî xapandin, berdan pêxêla hev û bi ser de jî em kirin tirk!
Bila bi wê berberi û dijminahiya berê, û ne bi vê tirkayetiya ku bûye pîşo û ketiye canê kurdan baya!
Hewar li vê ecêba ku bi destê ji min keto û bi min hilketo em hemû hişk zeft kirine û kar û barê kurdayetiya zir miletekî li“ey kürt genliği birinci vezifen türk kardeşlerini kurtarmaktır“ sekinandine!
Berî bi du salan gava ez çûbûm welêt, li her derê ji dengê „lê lê û loloyan“ bêhtir dengê „anne, abe, ulen, sikerim, koyerim…“ dihat!
Erê heger bi vî haweyê kambax bidome, yanî kurd bi qepera tirkayetiya PKKê negrin û dev û diranên wê nepelixînin wê her derê bakurê welêt bibe mîna Dêrsim, Riha, Intabê û hwd. û doza kurd bi carekê ve ji qiram de bikeve, ewqas!
Laleşe Mala Qaso axatiya Bublaniyan nefirotiye min. Wi cameri tene axatiya xwe bi emaneti daye min. Ez wek miroveki Omeri xaintiye bi emanete hevale xwe re nakim. Roja ku daxwazi hebe we emanet li xwediye xwe bi silameti vegere.
Silave Kurdewari