Roj namîne ku PKK û hevalbendên wê êrîşî PDK û Barzanî nekin û wan di refê dijminde nebînin. Çi li bakur be, çi li rojava be, çi li rojhilat û çi jî li Qendîlê be, hema bêjin her roj di çapemenîya xwe de êrîşî PDK û Barzanî dikin û Barzanî wek hevalbend û şirîkê AKP dibînin, wek xiyanetkarê gelê xwe didin naskirin. Ev siyaset ne siyaseta îro ye, siyaseta berî 30-40 salî ye û îro jî di bin navên cuda de heman êrîş tê kirin, heman dijminatî tê kirin.
Li Diyarbekirê platforma ciwanên BDP yanî beşek ji PKK di xwepêşandanekê de siyaseta PDK ya li Rojavayê Kurdistanê li gora xwe protesto kirin. BDP ev ne care yekê ye ku Barzanî dike hevalbendê dijmin û çeteyên wek El Nusra. PKK bi awayek eşkere PDK ji bo kolandina xendeqan bi xiyanetê itham dike. Ne tenê PKK, BDP û PYD, lê herweha hevalbendên wan yên wek YNK jî bi heman helwestê nêzîkî PDK dibin û êrîşî PDK û Barzanî dikin. Êdî ev siyaseta dijminatî bûye siyasetek hevbeş, siyasetek ne tenê li dijî PDK û Barzanî lê herweha siyasetek li dijî xeta netewî.
Lê balkêş e, PKK, BDP, PYD û YNK çiqas êrîşî PDK û Barzanî dikin jî, PDK bêdeng û bê helwest dimîne. Û tew ji xwe di çapemenîya xwe de pesnê çalakîyên PKK û BDP jî didin. Li hember êrîş û tohmetên PKK û hevalbendê wê kerr û lal dibin û nikarin helwestek rasterast deynin. Li rojavayê Kurdistanê jî bê helwest man û gavek pêş de neavêtin. PDK û Barzanî êdî di nav Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de bi tenê mane. Ji ber siyaseta xwe ya pir nerm û ji ber bêhelwestbûna xwe, Kurdên parçeyên din ji PDK û siyaseta wê ne razî ne û jê dilgiran bûne û dibin. Ji xwe PDK heta bi îro jî ji bo parçeyên din yên Kurdistanê tu plan û projeyek wan nîne. Ew rêbaza Barzanî ku di devê wan de bûye benîşt, pêk naynin û ji başûr pêve dest navêjin parçeyên din û dost û alîgirên xwe yên li parçeyên din. Ev siyaseta nerast û oportonîst dibe sedem ku PKK û hevalbendên wê xurttir bibin û dilxwazên rêbaza Barzanî lawaz û dilşikestî bibin.
PKK ji bo ku rê li ber çêbûna dewletek Kurdî bigire û Kurdistan serbixwe nebe, li her çar parçeyên Kurdistanê rêxistin û partîyên xwe ava kirine. Li ser navê Kurdan dijberîya xeta netewî dikin û dixwazin Kurdan di nav sînorên her çar dewletên dagîrker de bifetisînin, bi navê demokrasî û bratîyê Kurdan bi wan dewletên dagîrker ve pîne bikin û wan ji mejîyê netewperwerîyê dûr bixin. Ev helwest êdî eşkere û rasterast derketiye holê, kesek venaşêre. Lê çi hikmet be, PDK û Barzanî tenê bi dev û ziman xwedî li Kurdistana gewre derdikevin. Di pratîk û jiyanê de ne planek heye ne jî projeyek.
Li vajayî PKK û siyaseta wê, PDK û Barzanî heta bi îro jî plan û projeyek ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çênekirine û di çavê wan de Kurdistan tenê başûr e. Ev siyaseta oportonîst û yekalî wan ji dost û hevalbendên wan dûr dixe û dilê wan ji rêbaza Barzanî sar dike. Heta bi îro jî têkilîyên PDK û Barzanîyan bi Kurdên parçeyên din re tenê li ser esasê „ehbabçawîştî“ „postecîtî“ û „selamunaleykum“ ê hatine avakirin. Têkilîyên xav in û ne li ser esasê siyasetek netewî ye. Heta bi îro jî PDK li parçeyên din bingeha siyasetek netewî neavêtiye û xeta rêbaza Barzanîyê nemir nedaye rûniştandin. Ji ber em hevdu baş nas dikin em van gotinan dibêjin, ev gotinên me ne tohmet in, ne jî dijminatî. Lê ji berê de dibêjin „Rastî tehl e“.
Mixabin rastîya PDK ev e. Ne di siyasetê de û ne jî di warê çapemenîyê de ne xwedîyê siyasetek Kurdistanî ne. Helbet paraztin û xwedîlêderketine parçeyê azad (başûr) erka her Kurdê netewperwer û netewparêz e. Lê gava meriv armanc, dost û hevalbendên xwe yên parçeyên din bike bi qurbana siyasetek yek alî, mesele dibe tiştekî din, dibe henekpêkirin. Divê PDK û Barzanî baş zanibin ku êdî bi têkilîyên ehbabî, bi kesên postecî û postexanecî re nikarin li parçeyên din bi hêz û xurt bibin. Heta ku PDK û Barzanî plan û projeyên xwe ji bo parçeyên din çênekin û nexên jiyanê, wê her û her bi tenê bimînin û wê ji nav pençeyên gur û keftaran xelas nebin. Heta PDK û Barzanî bi siyasetek rast û siyasetek netewî nêzîkî dost û hevalbendên xwe û Kurdên parçeyên din nebin, wê meydanê ji dijberên xwe re bihêlin û xizmeta siyaseta wan bikin (ku ji xwe dikin).
Bi kurt û Kurmancî; heke PDK û Barzanî birastî xwe wek xwedîyê xeta netewî û yeksanîya Kurdistana mezin dibînin, divê li hember Kurdên parçeyên din siyasetek rasteqîn, rasterast, xwedî şexsîyet û Kurdistanî bimeşînin. PDK û Barzanî îro nîvdewlet in, xwedîyê derfetên mezin in, di warê aborî ve xurt in. Heke bixwazin wê pir bi hêsanî karibin di parçeyên din de tofanê rakin. Lê mixabin! Wek ku yê gundî digot „Xwedêyo, wele tu karî vê kadînê tije ka kî û devê çêleka zer di nav kî, lê wele tu nakî“.
Îcar ev jî mesela me û PDK û Barzanîyan e. Wele PDK û Barzanî bixwazin karin gellek tiştan li parçeyên din bikin, lê wele nakin!
Hewlêr
Cemalê me got: Allahwekîl em wek PKK li Rojava tunene
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir