Belê, piştî 7-8 mehan partîyên başûrekanim ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kirin û herkesî li gor xwe cîhê xwe di parlamentoyê de girt. Lê heta li hev kirin û hevdu nermijandin, qûş li Kurdan qetandin, Kurd kezebreşî kirin.
Werhasil, dibêjin parlamentoya başûrê Kurdistanê civiyaye û civîna xwe de Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr û Qubad Talabanî jî wek cîhgirê serokwezîr hilbijartiye.
Kilililîlîlîllîîîll, wey li ser xêrê be rebbî!
Aha îcar govend geriya û xweş bû.
Nêçîrê me bi dengê 99 parlamenteran û Qubadê me jî bi dengê 78 dengên parlamenteran hatine hilbijartin.
Îcar wê çi bibe?
Îcar pêvajoya xwarina goştê elokan dest pê dike.
Heke Qubadê me li bavê xwe û li mamê me Celal Talabanî hatibe, xwedê ji elokên Kurdistanê stend û hûn sax…
Hewlêr
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda