Belê, hinek Kurdên me dikin qarewar û dibêjin „Me rojava azad kiriye, me kanton û karton çêkirine, bela PDK û Barzanî destê xwe nexin nav kar û barên me, YPG besî xwe ye“ û didin lotikan. Lê gava cîh li wan teng dibe jî, îcar alîkarîyê ji Barzanî û partîyên Kurdistanî dixwazin.
Axir, mesela me li ser azadkirina Rojavayê Kurdistanê bû.
Aha ji we re belgeya azadbûna rojava.
Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc (29.05.2014) bi rêya balafirgehê hat bajarê Qamişlo. Qamişlo ku wek paytextê Rojavayê Kurdistanê ye, hîna jî di bin potînên rejîma Sûrîyê de ye û PYD heta niha jê re negotiye „vit“.
Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc, ji bajarê Qamişloyê peyamek ji PYD û YPD re şand û got: “ “Xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtîya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan planan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de fitnê derxînin holê. Parêzgeha Heseke Erebî ye û em dest ji bostek axa wê bernadin“ û lotikek li PYD û Kantona Cizîrê xist.
Yaaaaaaaa, ê de dengê xwe derxin ha hevalno!
Ma hema hûn gurê PDK û Barzanî ne?
Yan lotikên rejîma Sûrîyê ji lotikên PDK û Barzanî xweştir û şîrîntir in?
Belê belê…
Rojavayê Kurdistanê azad bûye û bûye bihuşta rengîn.
Û di vê devera azadkirî de çeteyên wek ÎŞÎD û DAÎŞê tên qetlîaman dikin, destên xwe dihejînin û di devê 101 bavê Kurdan de dirîn.
Ev çawa azadî ye ku ÎŞÎD, DAÎŞ û KERMÊŞ tên li rojavayê Kurdistanê Kurdan dikujin û Kurdan direvînin exûyî?
Efrîn
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin