Bi helkefta salvegera 39’emîn salvegera damezrandina YNK’ê, Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Fisbookê peyamek qerase belav kir.
Canekem Talebanî di peyama xwe de bal kişandiye ser hilbijartinan û zêdebûna dengên YNK’ê û lotikek avêtiye.
Canekem Talabanî di lotika xwe de gotiye: „Canekem, xebatê ji bo kongreyek serkeftî bikin daku YNK bi ruhîyeta caran kar bike. Lê bi fikr û kadroyên nû û di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de ku ber bi pêşerojek geştir berdewam be“ filan û xeftan.
Belê, Qubadê me dixwaze ku kesên ji YNK veqetiyane dîsa li YNK vegerin û YNK bi fikr û kadroyên nû xurttir dest bi lotikan bike.
Birastî lo, çima porreş û simbêlreşên PDK lotikek wek lotika Qubad Talabanî navêjin gelo?
Law welle û bille, wan kadroyên kevnare û zingargirtî malik li PDK şewitandine wî, ma fikr û kadroyên nû ji we re jî ne lazim in kaka?
Kuro bi namûsa mêrê berê, por û simbêlên wan yên boyaxkirî hinne û boyax jî li ber çavên me reş kirine wey.
Ji tirsa ku emê bişibin wan, em hew wêrin por û simbêlê xwe jî boyax bikin babam, êdî bes e yaw!
Hinek kadroyên „bê boyax“ jî bînin nav PDK qurban, ma PDK bûye partîya boyaxçîyan kaka!
Hewlêr
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin