Belê, wek hûn zanin, li Amedê hinek malbat dibêjin ku PKK zarokên wan revandine û bêyî destûra wan ew birine çîyê, yan jî birine rojavaê Kurdistanê û dikin gerîllayên YPG.
Di vê derbarê de serokê BDP xalê we Selahattîn Demîrtaş bi malbatan re rûnişt, hêvîyek mezin da wan û got: „Bi sê telaqaên jinberdanê, ezê daxwazên we ji generalên Qendîlê re bêjim“ filan û fîstan.
Piştî van gotinên xalê we Demîrtaş, malbatên reben ketin nav kelecanek mezin û hêvîyek mezin ji Selo kirin. Lê xuyaye hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Seloyê me doh tiştek got û îro jî %180 derece paşde zîvirî û lotikek din li bin guhê malbatan xist.
Axir, çend roj tê re derbas nebûn, Selo efendî lotikek paşpaşkî (paşûpê) avêt malbatên reben û got: „Ew malbat tên lîztika dewletê û ji MÎT ê pareyan distînin“ û malbatên reben kirin MÎT çî û quzê kerê.
Lê Seloyê me negot bê ka ew malbat „çiqas pare“ ji MÎT ê distînin.
Ê qardaşim, madem tu zanî ew malbat ji MÎT ê pareyan distînin, çawa tu nizanî çiqas pare distînin babam?
Haaaaa, birastî lo, Seloyê me mehane 15-20 hezar lîre (meaş) ji meclîsa Tirko distîne. Gelo çi ferqa pareyên MÎT ê û pareyên meclîsa Tirko ji hev heye cîger?
Ma MÎT jî û hûn jî meaşê xwe ne ji heman kanîyê distînin?
Îcar tê derxin û çewalek ardê ceh qezenc bikin qurban.
Hûn zanin, ceh û ardê ceh ji genim û ardê genim zêdetir xwedîyê vîtamînê ye, ji bo tendirustîyê pir bi fêde ye. Kîloyan çênake û meriv pê qelew jî nabe.
Ê de qewet be ji we re…
Amed
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!