Belê, lotikvanên ÎŞÎDê îcar jî berê xwe dan mala xwedê.
Aha îcar govend xweş bû!
Îcar wê xwedê û pêxemberê me çi bersivê bidin lotikvanên ÎŞÎD ê em jî meraq dikin.
Mek û Medîne ya ku qibleya misilmanan e û Erebên qûnreş salane bi milyonan dolar jê qezenc dikin, ket ber lotik û zîtirkên ÎŞÎD ê.
Çekdarên Dewleta Îslamî ku berê wek DAÎŞ dihatin naskirin, peyamek nû belav kirin ku ewê Kabeyê wêran bikin û wî kevirê reş biteqînin.
Wek hûn zanin, kabe ji alî misilmanan ve wek mala xwedê tê qebûlkirin û tê perestin. Lê zîtirkvanên ÎŞÎD ê dibêjin “ piranîya misilmanan îbadetê ji wî kevirê reş re dikin, îbadetê ji pûtperestîyê re dikin, ji xwedê re nakin. Ji ber vê, emê wî kevirê reş biherifînin û kevir li ser kevir nehêlin“ filan û fîstan.
Evê lotika ÎŞÎD ê di medya îslamî de dengvedanek mezin kir û xof xist dilê misilmanan. Li gor tê gotin, piştî vê lotika ÎŞÎD ê, misilman bûne wek mirîşka gêj û di wê tirsê de ne ku birastî jî ÎŞÎD mala xwedê xira bike.
Werhasilî kelam, ÎŞÎD ê mala xwedê û meskenê Mihemed pêxember jî kiriye armanca êrîşên xwe. Îcar ÎŞÎD, xwedê û pêxember çi tînin serê hev, çawa ji hev safî dibin, ez jî nizanim wesselam…
Medîne
ŞEGA/SILAV.
JI KEREMA XWE JIBO BAWERIYÊN XELKÊ RÊZ Û HURMETÊ BIGRIN.
HER TIŞTÎ TEVLIHEV NEKIN.
NÊRÎNA MALPERA WE KU REXNEYEKE VEKIRÎ Û TÛJ E, EM JÊ HEZ DIKIN ÇIMKÎ HÛN RASTIYÊ DÊJIN.
LÊ BILA USÛLÊN EXLAQÊ TAYBETÎ LI BARA DÎN Û BAWERIYAN DE BÊ MISOGERKIRIN.
BILA EW USLÛBA WE YA BERÊ BÊ PARASTIN
ez zude li ser vê ramana dais disekinimbum.u hemu mellayan hildaliqinen,camiyan hilwesinen….likurdistan
Bla sere xwe le Qona dıya xwe den
Ew kern ne mrovn