Belê, me digot Adil Mûrad zilam û xulamê îranê ye, kesî bawer nedikir. Lê Adilê me êdî hew debar kir û rûyê xwe yê reş eşkere kir.
Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad ji malpera Frans News a Îranê re axivî û çend zîtirk avêtin. Mûrad efendî got: ‘’Em dewletek Kurdî naxwazin ku li dijî Îran û welatên cîran tevbigere, em naxwazin ewlekarîya navçeyê têk bidin’‘ filan û kiras û xeftan.
Di derbarê maddeya 140 de jî Adil beg got: ‘’Kaka ciyan, herçiqas niha ew navçe ketine bin destê me jî, lê belê di warê siyasî de divê ji alîyê İraqê ve bê cîbicîh kirin daku rewatîyek siyasî werbigire“ filan û wekî din.
Ayetûllah Adil Mûrad dîsa got: ‘’Çênabe Kurd bawerîya xwe bi Tirkîye û Îsraîlê bînin, ji ber ew xiyanetê li Kurdan dikin wek çawa Şahê Îranê xiyanet kir“ û pê de çû.
Wey maşelle ji Ayetûllah Adil Mûrad re!
YNK dewletek Kurdî naxwaze.
Çima?
Çima ku li dijî Îran û Iraqê ye û ne bi qîm û riza sofîk û melayên îranê ye.
Maddeya 140 divê li gor destûrê bê bikaranîn.
Dîsa wey maşelle!
Ev çend salin Kurd li benda Malikî efendî ne ku destûrê bi kar bîne û maddeya 140 têxe jiyanê. Lê oxlim nake.
Û Tirkîye û Israîl xiyanetê li Kurdan dikin.
Wey ne maşelle ji Adil begre!
Ma sofîk û melayên Îranê îxanetê li Kurdan nakin kaka?
Ka sofîk û melayên te çi dane Kurdan Adil efendî?
Axir, Ayetûllah Adil Mûrad rûyê xwe yê reş eşkere kir. Êdî bela kes nebêje Adil Mûrad ne zilam û xulamokê Îranê ye kaka. Êdî qûna reş û spî derketiye holê û hûn sax…
Mahabad
Xire sofiko mela xwesa wi çoye diyare
Adilo ji bine ne saxleme.