Belê, şaredarê bajarê Mêrdînê xalê me Ehmedê mala sînan Axa, lotikek yextîyarkî avêt û dilê xwe jî û dilê me jî bi xwe şewitand.
Xalê we Ehmed Turk di hevpeyvînekê de hêsir barandin û behsa Kobanê û êrîşên DAÎŞ ê kir. Turk got: „Wax dinyayê min di te nîhayê. Ê de bela ez ne kal û yextîyar bûma, weyê bidîta bê minê çi tir ji DAÎŞ ê berdabûna. Lê çi fêde, ez yextîyar im û nikarim herim Kobanê şer bikim. Bi her sê telaqên jinberdanê, heke ez xort bûma û li ser kemla xwe bûma, ezê biçûma Kobanê û di nav refê gelê xwe de minê şerê DAÎŞ ê bikira“ û pê de çû.
Wey felekê bêbextê, xayînê û malwêranê!
Te çima li xalê me wa kir, te xortanî lê bela kir û yektîyarî bi ser de bar kir!
Ê başe xalo can, em bêjin tu kal û yektîyar î, lê zarokên te?
Ma zarokên te jî nikarin herin Kobanê û şerê dehşikên DAÎŞ ê bikin?
Yan kezeb şîrîn e?
Çima tu karî kurê xwe bişînî leşkerîya Tirko, lê nikarî bişînî leşkerîya YPG?
Û temamê siyasetmedarên din jî wek te.
Ka zarokek wan çûye şer?
Bela zarokên serok û siyasetmedarên me li metropolên Tirkîyê di malên xwe de bi pisîk û kûçikên pirçikî şad bibin, û bela zarokên me rebenên xwedê jî berê xwe bidin cehnema şer ne wilo!
Na na xalê Ehmed, ev nebû.
Kal û pîrên 70 salî jî li Kobanê şer dikin qurban.
Em nabêjin tu here şer, lê bi kêmanî çend lotikvanên mala Sînan Axa bişîne şer ku em jî bêjin „aferîn“ babam…
Qoser
rasteeeeeeeeeeeeeeee ewiki findik u fistiqan hur u heram dikin bere heqi wane
Xalê we Ahmedê Tûrk Loptikên mirinê davêje,mirina kê?mirina zarokên kurdê belengaz.Ahmedê Tûrk û malbata xwe tû caran lotikên şoreşgerî ne da ne.Lê herdem lotikên eşîrtî û dûjminaya miletê kurd kirine.Bi sedan xelk bi destê wan li dêrika çîyayê mazî û kiziltepe û gelek deverên din hat kûştin.
Keko can zor sipas
Hûn dibêjin lawo siyasetmedarên Kurd nav tekoşînêde cih nagirin. Beya niha çend miha kurê Evdillah narîn şehîd ket ape we Kemal wek we pisİka xwedî dike û li ser Compîtirê lehenge..
Ew kemal jî kemal burkay e de hun zanibin… Rıza Altun û Emina jî ne Tirkin veya jî baş fêhm bikin Xwelisernoooooooooooo….
Cîgerim, ez bi serê te kim, kesê ku Kurdî nizanibe, kesê ku ruhê Kurdî pê re tunebe, kesê ku xizmeta berjewendîyên Kurdistanî nekin, ne Kurd in. Tu dixwazî bila Ocalan be, Barzanî be, Burkay be, Rizo be yan Emînokê be, ferq naker.
Cîgerim, em behsa kekê Abdullah nakin. Me behsa Ehmedê mala Sînan axa û gellek kesên wek wî kir.