Wek tê zanîn, gellek ji serok û rêveberên PKK Alewî û çepên Tirkan e. Ev Tirk, Alewî û çepên ku îlham û heyvanê xwe ji Kemalîzmê girtine, wek pençeşêrê ketine bedena Kurdan û heta ji wan tê bi navê bratî û enternasyonalîzmê Kurdan ji Kurdayetîyê dûr dixin û wan bi dewleta Tirk, Ereb û Faris ve pîne dikin. Ew kesên ku ji herkesî re netew-dewletê û serxwebûnê dixwazin, ji Kurdan re koletî û xulamtîyê dixwazin. Û navê vê yekê jî dikin bratî, demokrasî û netewa demokratîk.
Axir, ji berê de dibêjin „masî ji serê xwe gennî dibe“. Pirêze çi be, encam jî ew e.
Piştî ku piranîya girgirekên PKK li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê derketin û derdikevin, xalê we Riza Antûn ( Tirkê Kayserî yê ye) jî da dû rêhevalên xwe û lotikek li Kurdan xist. Riza Altûn ê ku di nav PKK de wek „Şîrket“ tê naskirin, serxwebûn û dewletbûna Kurdan wek koletî bi nav kir û ji rojnameya Ozgur Gundemê re got: „Binerin cîgerim, niha ne dema serxwebûna Kurdistanê ye û serxwebûn tiştekî ji Kurdan re nayne. Serxwebûn xizmeta çi dike?! Armanca Kurdan azadî ye, di serxwebûn û avakirina dewletê de jî azadî tuneye. Dewlet koletiyê bi xwe re tîne. Em li rojava demokrasîyê dixwazin û pêwîstîya Kurdan ne bi dewletê heye ne jî bi serxwebûnê…“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.
Hey yawrûm hey!
Naxwe dewletbûn koletîyê bi xwe re tîne ha?
Naxwe di serxwebûn û avakirina dewletê de azadî tuneye ha?
Naxwe serxwebûn xizmeta çi dike û tiştekî ji Kurdan re nayne ha?
Way beeeeeeeeee!
Erê law, hûn yekrêzî û yekparî, al û sînorên dewletan biparêzin, xwedî li sînorên dewleta Tirk, Ereb û Farisan derkevin, bibin namzetê serokkoarîya dewleta Tirk û dewletbûn ji Kurdan re tiştekî nayne ne wilo!
Çima dewletbûn ji Tirk, Ereb û Farisan re her tiştî tîne, lê ji Kurdan re nayne?
Werhasilî kelam, ji berê de dibêjin: „Heke hefsarê devê di destê kerê de be, wê pişta wê her qop be“.
Îcar ev jî mesela me û Tirkmancan e.
Tirk in, Tirkparêz in û li ser navê Kurdan dijminatîya Kurdistanê dikin.
Ma ji vê mezintir qebhet heye?
Ê de bajoooooonnnnnnnn!
Kayserî
1- Riza Altun ne tirk e. Kurdekî Dêrsimê ye, di dema qetliamê de hatine sirgunkirin.
2- Nêzîka sê milyonî zêdetir elewiyê kurd hene. kurdên Marash, Meletye, Siwaz, Erzincan Dêrsin, beshek yê qersê, xinus, tekman, Varto û Entabê ewlewî ne. Li elewiyê kurd heqaretkirin cudaxwazî û dijminahiya kurdan e. Eger niyeta we dewletekî suniya ye, wê çaxê çi cudahiya we û DAISHê heye?
seroke pkk ne aleviye ne ji tirke. apo müsulman sunniye u ummete xwe ji akpye .a nuha ji dixwazin qu bi ummete xwe re careseriyeke avabike.mesele alevi u tirken kurd nine.mesele seroke pkk ev ji sunniye.
Qurban, em jî zanin bê eslê Riza Altun ji ku ye. Lê kesê ku mejî, dil û kezeb, fikr û raman Tirkî û Tirkayetî be, kesê ku ruhê Kurdewarî di bedena wî de tunebe, ji bo min Tirk e. Kesê ku Kurd be û li dijî dewletbûna Kurtdan derkeve, ji bo min ferqa wî û Tirk, Ereb û Farisan tuneye. Ew Ocalan dibe, Barzanî dibe, Burkay dibe, Talabanî dibe, Riza dibe yan Bûcak dibe wek hev e. Haya me jî piçekî ji dîroka Kurdistanê û Dersimê heye cîgerim.