Dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê kurd her tim sê çekên grîng bikar anîne ku ji bilî van çekan jî ji xwe tu carî nekarîne vîna gelê kurd a girêdana bi azadiya xwe ve, bişikênin: Dîn, asîmîlayon û dejenerasyon.
Bi rêya dîn, hewl dane rê li ber pêşkeftina hest, giyan û ramanên netewayetî bigirin û gel bi ramana ummetiyê û biratiya dîn ve girêdayî bihêlin, di bin vî navî de jî, çewa û kengî bixwazin wisa jî bikar bînin.
Bi rêya asîmîlasyonê, hewl dane ku gelê kurd ji rastiya wî, dîroka wî, çand, ziman û hemû nirxên ku gelekî li hev digire, li ser lingan dihêle, bi pêş dixe, ji holê rabikin. Kesekî, an gelekî dema ji rastiya xwe bi dûr ket, bikaranîn, reng û teşedayîn û birêvebirina wî kesî û wî gelî êdî pir hêsan e.
Bi rêya dejenerasyonê jî her hewl dane ku gel ji hev bixînin, bê nirx û rûmet bihêlin, bê wate bikin û birizînin. Fuhuş û narkotîk du tiştên herî sereke ne ku ji bo dejenerasyonê têne bikaranîn.
Bi bikaranîna van çekan re û bi taybet jî bi rêya dejenerasyonê, dînamîzma nava gel pir hêsantir tê tunekirin, gel bê giyan û tevger dimîne û li xwe heyiriye êdî. Tişta di jiyana wan de derdikeve pêş û dibe reng û dengê jiyana wan, ajoyên wan in ku ji giyan û hemû nirx û rengên rastiya dîrokî ya civakê bi dûr in ev ajo. Giyan riziyaye êdî. Lewra dema nirx namîne, pêşî giyan dirize û di giyaneka riziyayî de her cure nexweşîn lê peyda dibe û xwe li der û dora xwe belav dike.
Ji bo her sê çekan jî, pêşî ji nav civakê kesên herî zêde lawaz û bi xwe ve daketî, têne hilbijartin û xistin. Bi rêya wan, di nav civakê de cihek tê vekirin û hewldanên belavkirina van nexweşînan bi hemû derfetên desthilatdariyê, bi hemû qirêjî û hovîtiya xwe ve di nav civakê de têne meşandin.
Mijar grîng e û dirêj e. Bi gotarek nikare bê bisînorkirin. Lê armanca vê nivîsê, balkişandina ser bi taybet di van demên dawîn de ango bi pêvajoya nû re, zêdebûna hewldanên bikaranîna van çekan e. Di ber de pir tiştên din jî têne kirin bê guman. Mîna çêkirina qereqolên nû, operasyonên leşkerî, çêkirina bendavan, ji nû ve organîzekirin û xurtkirina hin derdorên ku ji çanda hîzbîkontra tên. Pêşkeftina Tevgera Azadiyê û bi taybet jî, Şoreşa Rojava, dikare bê gotin ku bûne sedema zêdekirina van hewldanên qirêj ên dijmin.
Divê bê gotin ku dagirker di van polîtîkayên xwe yên ji bo şikandina dînamîzma gelê kurd de herî zêde jî, ji lawazî, kêmasî û şaşiyên nav Tevgera Azadiyê sûdê werdigire. Bi taybet jî di warê legal de, gelek sazî û dezgeh û rêxistinên di bandora Tevgera Azadiyê de, bi kêmasî û şaşiyên xwe ve, derfetên grîng didine destên dijmin. Dijmin jî, van bi profesyonelî û pir xweşik bikar tîne.
Me got mijar grîng e lê ez ê di vê gotarê de dirêj nekim, werim ser mabesta xwe: Videoyek qilêr ev du sê roj in di medyaya civakî de tê parvekirin. Berendamê/a Şaredariya Kadikoya Stenbolê Asya Elmasa HDP yî û LGBTyî û du hevalên xwe vê vîdeoyê kişandine û tiştên ku dilê mirov li hev dixe bi stran dibêjin. Stran jî, strana ku li ser birêz Ocalan hatiye çêkirin ”Em in Apocî” hatiye veguhezandin û dibêjin ”Em in em qûnek”. Balkêş e, lê qet ne tesaduf e ku bi taybet jî ev stran hatiye hilbijartin.
Niha, li ser wan her sê kesan, zêde tiştekî nikare bê gotin. Ew jî ew in û ewqas in. Lê eger ew kes ne li ser navê HDPê bûbuya berendamê/a meclîsa şaredariya Kadikoya Stenbolê, bi îhtimaleka mezin dê ewqasî balê jî nekişandana. Ji lewre jî, HDP divê vê mijarê bike rojeva xwe, bi grîngî li ser raweste, tedbîrên xwe yên pêwîst çi dibe bila bibe, bigire û rê nede van êrîşên qirêj ku li dijî nirx û rûmetên gelê kurd têne kirin.
Dema birêz Ocalan got bila ”Yên din” jî bên û bikaribin xwe îfade bikin, negot ku bila bên û bikaribin bi hêsanî bêjin ”Rêheval ez qûnek im”, navê rêhevaliyê û qûnekiyê bidine kêleka hev û di kongreyan de ji vê gotinê re li çepikan bidin û paye bidine xwediyên vê gotinê. Her wiha negotiye werin van vîdeoyên qirêj belav bikin. Birêz Ocalan gotiye hûn çi dibin bibin, lê werin bi şanazî û vîna xwe, xwe îfade bikin. Lê ev ne şanazî ye, gemarî ye tiştên tên kirin!..
Xweîfadekirin tiştekî ye, qirêjî û gemariyê belavkirin û ji wan re li çepikan dan, tiştekî din e. Bê guman ku her aliyên civakê divê bikaribin xwe îfade bikin û xwediyên derfetan bin. Lê DAÎŞ jî li ser navê îslamiyetê ”xwe îfade” dike!.. Heman tişt e. Qet ferq tuneye. Lewra dema tiştek ji armanca xwe bi dûr ket, êdî rizandin dest pê dike ku ji xwe dejenerasyon jî ev bi xwe ye û tişta dijmin hewl dide di nav hemû sazî û dezgehên kurdan de, di nav gelê kurd de bi pêş bixe jî, her ev e.
Gelek projeyên birêz Ocalan bi vî rengî hatin pûçkirin û pîçkirin mixabin. Ev beriya her tiştî bû sedema nerazîbûnên li dijî birêz Ocalan bi xwe ku talûkeya herî mezin jî ev e. Lewra serok, vîn û temsîla tevgerê ne ku di bin rêveberiya wan de ye. Loma jî, bi qasî grîngiya gotinên wan, rasttêgihiştin û rastpêkanîna gotinên wan jî ew çendî grîng in ku bandora xwe li ser pêvajoya têkoşînê dikin.
Mafê tu kesekî tune, di bin navê çi de dibe bila bibe, van êrîşan xweş bibîne, rê û derfetan bide xwediyên van êrîşan.
Qeder û pêşeroja zarokên kurd e ya grîng û pîroz, ne tetmînkirina hestên çend giyannexweş û jiyanqirêjên lîstokên di destên sîstemî de.
Ev yek ji hewldanen bi zanebûn û pîlankirî yên dejenerekirina tevgera kurd e û gring e. Divê bi grîngî jî li ser bê rawestan.
Ev gel bi nirx û baweriyên xwe ve girêdayî ye. Kesên bêrêziyê bike, an rê bide bêrêziyan, ne xêrxwazên vî gelî ne. Kî dibe û çi dibe bila bibe.
Amîdakurd
Mahabad Felat Arda
m.felatarda@gmail.com
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe