Belê, birastî meriv carna dibe wek wan mirîşkên gêj. Siyasetmedarên me lotikên ewqasî ecêb davêjin ku aqilê meriv disekine.
Ê de binerin…
Li bakur PKK li dijî „netew-dewlet„bûna Kurdan derdikeve, lê li alîyê din Selahattîn Demîrtaş ji netew-dewleta Tirko re dibe namzetê serokkomarîyê. Li rojava PYD li dijî „netew-dewletbûn“ a Kurdan derdikeve, lê li alîyê din yekparî û sînorê netew-dewleta Sûrîyê diparêze.
Û Kurdekanên başûr?
Kurdekanên başûr jî Kurd rakirin ser tapana û „serxwebûna Kurdistanê“ di guhê me de kirin guharek zêrîn.
Lê li alîyê din çi dikin?
Yekî Kurd (Dr. Fûad Mahsûm) dikin serokkomarê Iraqê.
Yaw ev çi sosret û henekpêkirin e babam?
Madem hûn doza serxwebûnê dikin û pêvajoya referandûma serxwebûnê didin destpêkirin, ev çi serokkomarî û quzê kerê ye?
Li alîyekî doza serxwebûnê û cudabûnê bikin, û li alîyê din jî Iraqê xurt bikin û Kurdekî bikin serokkomar!?
Ma ev ne henekpêkirin be naxwe çiye lo?
Bihêlin bela Iraq û Erebên qûnreş bê serokkomar bimînin, bihêlin bela Iraq parça parçe bibe û Erebên qûnreş di dêya hev nin kaka, ma yekîtîya Iraqê bi serê we ketiye!
Werhasilî kelam, Mam Celal belasebeb venegerîya Iraqê gelî xwendevanan.
Ciwamêr bi lez û bez hat û Dr. Fûad Mahsûm kir serokkomarê Iraqê.
Û ev çiye?
Ew ev e ku Mamo berî mirinekê dîsa tilîyek avêt bin dûvê Kurdan û dilê sofîk û melayên Îranê xweş kir wesselam…
Hewlêr
Herê welle ha ap ha mam ; herdû jî bûne pêlîstokên îran û şîîyan. Kurdên belengaz bîlheq xwe didin ber guleyan û ji bo kurdistanê şer dikin. Tişt pê nabe herdû jî xurifîne êdî, berî ku biçin em dê wan bikin manyaxê tilîyan. Bênamûsên bênamûs.