Belê, şerê 35-40 salan hat û li Tirkîyeyîbûn û li serokkomarbûna Tirkîyê sekinî. Encama şer û tekoşîna 35-40 salan hat û li antî netew-dewletê, li antî Kurdistanê û li antî serxwebûnê sekinî. Xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd ne ji bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî, lê ji bo Tirkîyeyek yekgirtî û serbixwe hat rijandin. 4 hezar gundên bakurê Kurdistanê ne ji bo Kurdistanek serbixwe, lê ji bo paraztina ala Tirkîyê, ji bo demokratîk Tirkîye cimhûrîyetî û ji bo “ortak vatan (!)” hatin şewitandin. Ji bo ku rê li ber Kurdistanek serbixwe bê girtin, ji bo ku Kurd bi dewletên dagîrker ve bên pînekirin û entegreyî civaka dagîrkerên Kurdistanê bibin, her rê tên ceribandin. Hem jî ji alî PKK û dezgehên pêve girêdayî ve tên kirin. Helbet ev jî cîhê daxê, cîhê mixabinî û cîhê êşê ye. Meriv naxwaze keda 35-40 salan badilhewa here û Kurd bi navê bratî û enternasyonalîzmê her tiştên xwe yên pîroz bikin bi qurbana dagîrkerên xwe.
Di dîroka Tirkîyê de çend kesên Kurd bûn serokkomarê Tirkîyê. Îsmet Înonu û Tûrgût Ozal. Lê aqûbeta wan xuyaye. Tu çiqasî Kurd bî jî, gava te sînor û xetên sor yên dewleta Tirkîyê derbas kirin, wê aqûbeta te wek a Tûrgût Ozal be. Û herweha hinek kesên ku eslê wan Kurd bûn jî bûn serokwezîr. Wek Bulent Ecevît. Serekerkan jî ji Kurdan derketine, general jî. Ji xwe em behsa wezîr û parlamenterên Kurd nakin. Lê ev hemû jî bi nasnama Tirkîyê û Tirkayetîyê bûn serokkomar, serokwezîr, general, wezîr û parlamenter. Gava meriv nasnama xwe ya Kurdî înkar bike û behsa wê neke, di dezgehên dewleta Tirk de her rê vekirî ne. Helbet em behsa van 10-12 salên dawîyê nakin. Her çiqas di dema îro de meriv karibe li nasnama xwe xwedî derkeve û bêje ez Kurd im jî, lê sînor û çarçoveya serokkomarîyê kifş e û ewê tu fêdeyek mezin jî nede gelê Kurd. Ji ber hesasîyet û xetên sor yên dewleta Tirk ev in: Yek dewlet, yek millet, yek welat û yek al! Heke te dest navêt van hesasîyet û xetên sor, rê li ber te vekirî ye. Û ev xetên sor jî înkara milletê Kurd e, înkara welatê Kurda ye, înkara dewlet û ala Kurdî ye.
Rast e, Selahattîn Demîrtaş Kurd e, siyasetmedarekî ciwan, jêhatî û têgihiştî ye. Û tew bi ser de jî tembûrvan e. Helbet meriv dixwaze yekî Kurd bi nasnama Kurdî bibe serokkomar. Lê wê komara Tirkiyê bi ti awayî qebûl neke ku, kes bi nasnameyek ji bilî Tirkîtîyê bibe serokkomar. Divê hisabê serokkomarîyê di wê çarçoveyê de be bê wê serokkomartiya dewletek dagîrker çi fêdeyê bigihîne gelê Kurd û pîrozîyên gelê Kurd, ew girîng e. Gava te her tişt kir bi qurbana “neteweya demokratîk” û “welatê hevbeş” û te înkara berjewendîyên Kurd û Kurdistanê kir, tu ji wan bi dûr ket û wek Hatîp Şakşak te Kurdistan avêt teneka zibil, ne serokkomar lê tu bibî Atatirkê duyemîn jî ji Kurdan re xêr nake. Gava meriv înkara netew-dewleta xwe (Kurdan) bike û bi ser de meriv rabe bibe namzetê serokkomarîya netew-dewletek dagîrker, xapandinek mezin e. Hem xwe xapandine, hem jî xapandina Kurdan e.
Alîkarê Serokwezîr û Koordînatorê Pêvajoya Aştîyê Beşîr Atalay wê rojê pir vekirî û eşkere got: “HDP bi talîmat û fermana Ocalan û MÎT ê ava bûye”. Û Selahattîn Demîrtaş jî îro roj serokê HDP ye. Ango serokê vê partîya MÎT ê (HDP) ye. Her çiqas Demîrtaş di propaganda û axavtinên xwe de gellek caran behsa Kurd û Kurdistanê û hinek mafê Kurdan bike û dike jî, lê ewê nikaribe derkeve derveyî sînorên Tirkîyetî û enregrasyonê. Ji xwe ji ber vê ye ku parlamenterê MHP Sînan Oğan pesnê Demîrtaş dide û dibêje „Demîrtaş HDP anîye ser rêya Tirkîyetîyê û ev jî karekî baş e“ (her çiqasî yên ku HDP anîne ser rêya Tirkîyetîyê ne Demîrtaş, lê Ocalan û MÎT be jî). Di vir de jî dixuye ku armanca Demîrtaş û HDP tenê entegrasyona Kurdan e, Tirkîyetî ye û tu armanca wan a ku Tirkîyê parçe bikin tuneye. Ji ber vê û sedemên din, serokkomarîya Demîrtaş ji Kurdan re tu fêdeyê nayne. Erdogan û Îhsanoglû çi dixwazin, Demîrtaş jî mecbûre kêm zêde heman tiştan bixwaze, ji ber HDP ne bi serê xwe ye û wek Beşîr Atalay jî dibêje, hefsarê HDP di destê MÎT ê de ye.
Demîrtaş jî zane û dinya û alem jî zane ku Demîrtaş nikare %50-55 rayan bistîne û bibe serokkomar. Tew nikare ji %10 jî bistîne. Çi heye? Tenê ev e ku serê Kurdan tevlihev bikin û berê wan bidin entegrasyonê û Tirkîyetîyê. Û ji dinyayê re bidin xuyakirin ku xwedêgiravî Kurd jî karin bibin serokkomar. Ji alîyê din namzetîya Demîrtaş bi xwe jî plan û projeyek hevbeş e. Plan û projeya AKP û HDP (Ocalan) e. Demîrtaş ji xwe nikare qezenc bike (xwedê bikim qezenc bike). Heke di tûra yekem de Erdogan bi ser neket, di tûra duyem de wê HDP dengê xwe bide Erdogan û mesele safî dibe. Ji xwe Nermîn Buldan ev yek eşkere got ku; ger di tûra yekem de serokkomar nehat hilbijartin em ê di tûra duyem de dengê xwe bidine Erdogan. Herwiha Selahattîn Demîrtaş jî di bernameyek televizyonê de ev helwest anî ser zimên. Demîrtaş got: „Heke me qezenc nekir, di tûra duyem de emê endam û algirên xwe serbest berdin, dengê xwe didin kê serbest in (ku sedî sed jî wê dengê xwe bidin Erdogan)“. Heke Erdogan bi ser ket û bû serokkomar jî, wê bi hikûmetê re (AKP) hinek gavên din bavêjin û hinek sozên ku dane hev, bi cîh bînin. Bi vî awayî wê herdu alî jî bigihên miradê xwe. Yanî, ne bela şîş bişewite û ne jî kebab. Yanî, dawet ferikî û berbûk hetikî.
Axir, roja hilbijartinê nêzîk bû û hêdî hêdî herkes diçe ser sindoqan. Kî dibe serokkomar bela bibe, ji Kurdên reben re dîsa „Yek welat, yek millet, yek al û yek dewlet dikeve“ . Ji ber van rastiyan jî, divê Kurd dengê xwe nedin ti namzetî; ger herin ser sindoqan jî, li ser kaxeza dengdanê bijî Kurdistan binivîsin. Dîvê şîara me ev be: Her tişt jibo Kurd û Kurdistan, jê wêde bela neman û tofan be……..
inonu kurt bo xatre tirkan frot ecevit….digotin ev tola tuleyi bawer nedikir min….perwin buldan ne nermin devbi gu