Belê, Henry McCollum û Leon Brown ji sala 1983 an ve di hepisxaneyek Amerîkayê de ne. Herdu brayên hev, Henry Lee McCollum û Leon Brown, sala 1983 an, xwedêgiravî ji ber sedema tecawiz û destdirêjîya keçikek 11 salî hatin girtin û piştî 30 salî serbest hatin berdan.
Piştî lêkolînek 30 salî, derket holê ku herdu bra ne sûcdar in, tecawizî keçika 11 salî nekirine û bilasebeb 30 salî hepis razane. Di lêkolîna DNA de mesele eşkere bû û herdu bra piştî 30 salî serbest hatin berdan. hatin berdan, lê 30 sal ji temenê wan wenda bû û wek dibêjin, şeytan bi wan kenîya.
Serpêhatîya herdu bra, Henry McCollum û Leon Brown, wek mesela me Kurdên bakur e allahwekîl.
Piştî 35-40 salî şeytan bi me jî kenîya û heta bi qurmik di me de bir.
Em jî berî 35-40 salî bi armanca azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê derketin rê û me dest bi şer kir. Di şerê 35 salan de zêdeyî 50 hezar Kurd hatin kujtin, 4 hezar gund hatin şewitandin, Kurd mihacir bûn û li metropolên Tirkîyê hatin û tên asîmîlekirin, dibin şorbe û çeqilmast.
Û şerê 35 salan çi ji Kurdan re anî?
Komara Demokratîk a Tirkîyê!
Yek welat, yek dewlet, yek millet, yek al!
Serxwebûn û netew-dewlet ji Kurdan re heram e!
Me Kurdistan avêt teneka zibil!
Kanton, karton û kartol!
Û bi dehan quzilqurtên din…
Îcar bela Henry McCollum û Leon Brown dilê xwe bi xwe neşewitînin qurban..
Pelûla ku bi serê wan de rijiyaye, bi serê me Kurdan de jî rijiyaye.
Yanî, şeytan bi wan jî kenîya û bi me jî!
Divê em herdu alî jî xwe bi heft qalib sabûn helal bikin wesselam….
Amerîka
Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?
Ramanli tir ji Uçum berda
Ma hûn dizê xwedê ne bavê min!