Belê, Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron ve carê ji mirinê filitî. Cameron ê ku kefenê xwe xistibû bêrîka xwe û av û sabûna xwe jî amade kiribû, di deqîqeya dawîn de ji mirinê filitî û ji ezabê gorê xelas bû.
Serokwezîr Davîd Cameron berî referandûma Skoçlandê gotibû: „Bi her sê telaqên jinberdanê, heke Skoçland ji Brîtanya veqete, ezê xwe bikujim“ û dabû lotikan.
Tirsa xwekujtin û mirinê ketibû dilê Davîd Cameron. Rebeno ji sibê heta êvarî dua ji Îsa pêxember re dikirin ku di referandûmê de Skoçî doza serxwebûnê nekin û ji Brîtanya veneqetin.
Xuyaye dilê xwedê û Îsa pêxember bi Cameronê me şewitîye. Di referandûmê de Skoçîyan serxwebûn nexwest û xwestin bi Brîtanya re bijîn.
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron, li ser encamên referandûma serxwebûna Skoçlandê kêfxweşiya xwe nîşan da û got: „Şikir ji xwedê û Îsa pêxember re. Van herdu mezinan duayên min qebûl kirin û ez ji mirinê filitîm. Ê de heta referandûmek din xwedê kerîm û rehîm e lo“ û dest bi ken kir.
Werhasilî kelam, Davîd Cameron vê carê ji mirinê filitî û mûlidek qerase lê ket..
Îcar mûlida xwe dide yan nade, ji xirrê min û we ve…
London
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda