Lotikvana Latîn Amerîkî Penelope Cruz, ji alî kovara zilaman a Amerîkî Esqûre ve wek jina herî seksî hat hilbijartin.
Li gor ankêt û lêpirsîna Esqûîre, piranîya xwendevanên kovarê gotine: „jina ku herî zêde doxîna me sist û şil û pil dike, Penelope Cruz e“.
Jin hene wek bûkên lastîkî bê qisûr, bedew û spehî ne. Lê ne xwînşîrîn in. Kal û bê tam in, ne lezîz in, tamsarkî ne.
Û jin jî hene zêde ne xweşik û spehîne. Lê malxeraban ewqas xwînşîrîn in ku nayê gotin. Wek miqnatîzê meriv bi alîyê xwe ve dikşînin û meriv bê eraq serxweş dikin. Aha xanima germik û nermik Penelope Cruz jî yek ji wan xanima ye. Gava meriv li awirên çavên wê dinere, şerwalê meriv ji ber xwe ve dibê „xîîîîîîîzzzzzzzzz“ û ji meriv dişemite.
Ê de hûn jî binerin bê çi dikeve serê we.
Bê ka Penelope Cruz birastî jî seksî ye yan na..
Îspanya
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda