Belê, pêşmergeyên qehreman berê xwe dan Kobanê. Pêşmerge brayên xwe, qehremanên Kobanê, şervanên YPG bi tenê nehiştin. Îro sibê wê pêşmerge û YPG dest bi dest, pişt li pişt bidin ser pişta dolheramên DAÎŞê û bi izma xwedê wê qûnê li wan biqetînin.
Bi hatine pêşmerge Kurd hemû kêfxeş û dilxweş bûn. Ji derveyî Kemalîst û hinek Kurdên çeqilmast, temamê Kurdan hatin û piştgirîya pêşmerge ya ji bo Kobanê û YPG wek pêngavek netewî û nîşana yekîtîya netewî nirxandin. Hatina pêşmerge û hevxebata pêşmerge û YPG tirr ji Kemalîst û xêrnexwazan berda û doxîn li wan sist kir. Kemalîstên Kurd û Tirk ji yekîtî û tifaqa nava Kurdan ditirsin û naxwazin Kurd bibin yek. Dixwazin Kurd her û her ji hev parçe bin da ku ew karibin li ser xwîn û xwêdana Kurdan biçêrin û nanê xwe bixwin. Lê bi emrê xwedê û qewlê Zerdeşt pêxember, wê Kurd bibin yek û êdî dijminatîya hevdu nekin.
Em wek Demokratîk Lotikxane Partîsî spasîya Serok Barzanî û pêşmergeyên Kurdistanê dikin ji bo ku şervanên Kobanê û YPG bi tenê nehiştin.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan!
Çend dîmen ji pêşwazîkirina pêşmergeyên qehreman li bakurê Kurdistanê.
Bijî KURDISTN, bijî PÊŞMERGE
KURDISTAN, warê bab û kalan ronahîya herdû çavan
Kuro weleh hin li hedefê din