Remo û Cemalo herdu ji gundekîne lê her yek li bajarekî din bêşekar in. Carna bi telefonê hal û hewalê hevûdu pirs dikin. Bi henek û laqirdîyan suhbetê dikin.
Remo bi telefonê li Cemalo gerîya, Cemalo li ser nimêjê bû kurê wî telefon vekir:
– Keremke
– Ez Remezan li Cemalo gerîyabûm.
– Fermo
– Tu kî yî?
– Ez kurê Cemal im keremkin.
– Bavê te li ku ye?
– Bavê min nimêj dike apo.
– Waa law bavê te kengê bû Misilman ? Bavê te nizane qûna xwe bişo îca ew û nimêj !
– Apo bavê min çawa nizane nimêj bike ?
Cemalo bi lez û bez nimêja xwe qedand, zanibû dê Cemalo hê bêje. Telefon ji destê kurê xwe girt:
– Kuro tu dawa çi li min û nimêja min dikî ? Law ez kurê şêx im ma tu nizanî ?
– Erê bavê te şêxbû lê tu û nimêj ?
– Law ez wek te bi zora jinikê nebûm Misilman, jinbira min tu bi zor bire hecê, bi zorê bi te rojî da girtin ka bêje derewe ?
Remo dît ku wê Cemalo zêde pêş ve biçe, xwe kerr kir û telefon qut kir weselam.
Îro Tirk, Faris û Ereb çeteya DAIŞê bi navê Misilmantîyê dişînin ser Kurda, nizanin ew nikarin derbarê Misilmantîyê de bi Kurda re kab biavêjin. Em nevîyê Silhedînê Eyûbî ne lê hûn ? Law me bapîrê we ê 72 salî di pêşa xwe de sunet kir, paşê kire Misilman. Hûn li ku Misilmantî li ku minafiqno !…
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!