Ku nebîne guneh nayê nivîsandin

Çima ku laşê wî bi pirç bû, gundîyan jê re digotin Pirço. Pirço li kera xwe siwar bû, berê xwe da zozana. Pirço li ser kerê xirmişî, lê bû ku razê, kerê di ser cihokê re bazda, Pirço ji ser pişta kerê de ket xwarê.

Pirço pir hêrs bû, bi rûyek qirçimî cardin li kerê siwar bû û ji kerê re got: “ Tu bise, nexwe tu min dixî xwarê ne ? Ezê hesabê vê ji te pirs bikim tu meraq neke “.

Pirço hat ber holên zozana, ji kerê peya bû, kera xwe bi darekê ve girêda û ji kerê hinek dûr ket. Bi çaplûkî çû xwe di ber devîyekê de veşart.

Bekiro jî li ber derê malê rûniştîbû, bi bal li Pirço mêze dikir. Pirço kevirek hilda destê xwe, bi dizîka ve bi ser kerê de avêt û bi lez xwe di ber devîyê de veşart . Çend kevirê xwe avêt li kerê xist û dîsa bi çaplûkî ji devîyê dûr çû, paşê rabû pîya.

kizgin-esekBekiro rabû ber bi Pirço çû û jê pirs kir:

–   Kuro tu çi dikî ? Çima kerê didî ber kevira ?

–   Bekiro tu nizanî wê li min çi kir?

–   Kera belengaz çi kir kuro?

–   Di nava cihokê de ez xistim xwarê, cilên min şil bûn, ser û guhê min di nav çamûrê de ma.

–   Êê temam, te çima bi dizîka kevir avêt kerê ?

–   Ku mirov eşkere li ajala bixe guneh tê nivîsandin, ji ber wê min xwe veşart ku min nebîne û guneh neyê nivîsandin.

Dewleta dagirker û DAIŞîyên hov eşkere serê mirovan jê dikin, serjêdikin, dîsa jî bi qasî Pirço ji guneh nivîsandinê natirsin !

 

About The Author