Xaltîya Gewrê ji Kurdistanê hatibû bajarekî metropola Tirka serdana kurê xwe yê mamoste. Demek dirêj li ba kurê xwe ma, heval û dostê mamoste jî hatibûn seredanîya xaltîyê.
Bi komî rûniştibûn, suhbet dikirin. Yekî ji xaltîya Gewrê pirs kir:
* Xaltî çend kurê te hene ?
* 3 kurê min hene .
* Her sê jî zewicîne ne ?
* Belê zewicîne.
* Tu pir ji kîjanî hez dikî ?
* Weleh ez pir ji herdu kurê xwe yê dî hez dikim.
* Ma tu ji mamoste hez nakî ?
* Na
* Çima xaltî ?
* Yê dî herdu jî li pîrekên xwe dixin. Ev sê mehe li virim,min nedîtiye ku mamoste li jina xwe xistîye.
Gorî dîtina Xaltîya Gewrê mêranî bi lêxistinê kifş dibe !
Li Rojhilata Navîn çiqas hov û nesaz hene îro li miletê Kurd dixin ! Pêşmerge jî neba niha wê serê me hemûyan berjêrkî ba.
Wek gotina Xaltîka Gewrê, îro her kî li DAIŞ û hovan dixe ez ji wan hez dikim û hûn sax…
ye go li daiş dixe çave wi maçtim ne te ne peşmerge
talike peşmerge.
Tu derewan diki. yani tu herkese li DAIS de de hesdiki tu ceten ereban yên ji bo petrolê serê DAIS e dikin ji hesdiki? ew bi xwe ji dijminê Kurdane. yadin cima tu tenê pesmerge dibeji derewci ma YPH u HPG GOZ u Mehüjan li wan deran dixwen hey ne welatparêzê derewci.