Rêvebirê bere yê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bajarê Sêrtê bû namzedê HDPê.
Serokê beşa Kurdolojîyê xalê me Kadrî Yildirim lotikek avêt û dixwaze ji partîya HDP bibe wekîl û têkeve meclîsa Tirko. Wey li ser xêrê be rebbî! Çawa be xalê me Yildirim Kurd e û ji gellek Tirkan çêtire.
Axir…
Xalê me Kadrî Yildirim ji Rûdawê re axivîye û çend lotik avêtine. Kadrîyê me gotiye: “Dema ku ew hînî Kurdî bûn wê biratiya zimanan çêbibe û dema ku zimanê biratiyê pêş ket, wê demê biratîya gelan jî çêdibe. Ez dixwazim perwerdeya Kurdî bidim parlamenterên ku bixwazin hînî Kurdî bibin. Kurd çawa hînî Tirkî bûne divê Tirk û Ereb jî hînî Kurdî bibin. Herwiha ez dixwazim perwerdeyê bidim Kurdên ku nizanin zimanê xwe.”
Xweş xebere, lê bawer bike me ne bawere xalê can..
Xalê me Yildirim ajotîye û gotiye ku wê qursa zimanê Kurdî belaş be û gazind ji siyasetmedarên ku bi Kurdan re „zimanê şildim bildima Tirkmancî“ diaxivin, kiriye. Herweha xalê me Kadrî Yildirim gotiye: „Bi şeş telaqên bê fitû, ezê Erdogan hînî Kurdî bikim“ filan û fîstan û kiras û xeftan.
Helbet xalê me Kadrî Yildirim ji dilê xwe yê pak van tiştan dibêje. Hêvîdarin ku xalê me Yildirim temamê 500 wekîlên meclîsa Tirko hînî Kurdî bike û qûşê li wan û zimanê wan biqetîne. Lê sosreta mezin û pelûla germ ew e ku endam û serokên partîya wî bi xwe Kurdî nizanin û wek wan mirîşkên gêj li wan hatiye. Divê berî her tiştî xalê me Yildirim endam û serokên partîya xwe, ango HDP hînî Kurdî bike û bi mîrkutan rabe ser serê wan dewşîrme û çeqilmastan.
Îcar xalo can, berî ku tu Erdogan û Dawûtoglû hînî Kurdî bikî, ji kerema xwe tif bike devê wan siyasetmedarên partîya xwe û wan hînî Kurdî bike. Hînkirina Erdogan û Dawûtoglû ji Kurdan re ne ferz e. Lê hînbûn û hînkirina Kurdên çeqilmast şert e, ferz e û pîroz e.
Ez dibêjim berê ji Selo dest pê bike heta di Kurkçu, Onder, Bûldan û hezarên wek wan re derkeve, te go çi…
Sofî Xelef
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!