Silav xaltîka Fatê
Weyla xwedê nehiştê, ev çima deng û his ji te nayê peppûkê? Yan tu xwe li serê me giran dikî? Te bi nivîsên xwe em rakirin ser tapanan û niha tu xwe wek pisîkê vedişêrî, yaw ma ev bû xaltîka Fatê!
Werhasil, ez bi serê Kasimpaşalî Receb kim, heger tu bersiva vê nameya min nedî, ezê beroşa nîskê bi serê te dakim, ihi!
Ya xaltîka porsor, lêvşekirî û agirpêketî, delala ber dilê xortên 14 heta 70 salî. Ez gundîyekî xwedê me. Ji şivantî û gavantîyê pêve nizanim bi tu gûyekî din. Tew ji xwe ez nizanim bê qanûn çi ne, yasa çi ne û makzagon çi ne. Fitne û fesadên gundê me dibêjin sermezinê Kasimpaşalî Reco dîsa bûye mîr û di referandûmê de ERÊ bi ser ketiye, NA jî gû xwariye û ketiye ber lotik û zîtirkên ERÊ.
Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:
Xuyaye wê hêdî hêdî qanûn û yasayên Tirkiyê bên guhertin. Gelo piştî qebûlkirina referandûmê wê partîyên wek MHP, CHP û BDP bi yasayên Kenan Ewrenê qûnek bên mehkemekirin, yan wê bi yasayên Receb efendî bên mehkemekirin?
Zû bersiva min bide berî go ez beroşa nîskê bi ser serê te dakim ha, temam!
Şivanê Dêra Çomera
——————-
Bersiva xaltîka Fatê
Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê şivan û gavanên Kurdistanê…
Olan oxlim, Şivanê Dêra Çomera, heyla te di serê Bahçelî û Kiliçdaroglû de mîzto, mesela min dûûûûûûr û dirêj e. Serpêhatîya min ji çîroka Ristemê Zal û serpêhatîya Saddam Hisên jî dirêjtire.
Çima ez ji zû de nanivîsim ne?
Law şivanê bê pez, xwedê topa qiyametê li nav şeqê te xisto, aha mesela nenivîsandina min ev bû.
Rojekê xwazgînîyên min hatin û ez ji bavê min xwestim. Tu zani zava qûnekekî çawa bû? Eynen Mahmûd Ehmedînejad! Kûçikbavo ne dihat xwarin û ne dihat avêtin. Kuro ez bi serê herdu gunikên te kim, meymûnek jê xweşiktir bû lo, wî!
Axir, ji ber ku halê meymûno xweş bû û perên wî hebûn, timaya dinyayê ket dilê bavê min û wek referandûma Erdogan got ERÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊ û qebûl kir. Lê min jî şîn girê da, porê xwe da ber meqesan û got “NAAAAAAAAAAAAA ez qebûl nakim, ez kerekî bikim ji vî meymûnî çêtire” û ez ketin grêva birçîbûnê.
Werhasil, ez tam 3 mehan di grêva birçîbûnê de mam, taqata nivîsandinê bi min re nema. Zêdebûna ser kezebê ew bû ku rojîya meha Remezanê jî hat ket ser grêva birçîbûnê. Yanî, bûn 4 meh. Piştî ku ez bûm wek ta û derzî û bavê min dît ku ezê berê xwe bidim axretê, rabû soza xwe xira kir û got “NAAAAAAAAAAA ez qîza xwe nadim ker û meymûnan”. Piştî bavê min soza xwe xira kir, min jî dev ji grêva birçîbûnê berda û niha ez piçik piçik bi ser xwe ve têm.
Ez serê te yê şûnikî neêşînim, aha îro ez ketim vê bêxwedîka înternetê ellawekîl. Min go de ez binerim bê kî sax e û kî mirî ye, lê babam te înternet li min kir kafir kerafî law, ma hewara name û pirsa te bû şivano!
Law Şivanê Dêra Çomera, hey mîh û bizinan di devê te de mîzto, hey karik û berxikan şerwalê te çirando, te go qanûn û yasa? Referandûm û mehkeme?
Kuro lawo ma ez dadwer û sawcî me oxlim? Ma ez profesorê makzagonê me? Law here ji ebûqatên wek Selahattîn Demîrtaş bipirse, ji xalê me Îbrahîm Guçlî bipirse, ji mamê me Kemal Bûrkay bipirse, ji xaltîka me Aysel Tûglûk bipirse, aha ew ebûqat û qanûnzan in cîgerim, ma ez! Law ez çi ji referandûm û meferandûman fêhm dikim babam, waweylê! Îcar wê MHP, CHP û BDP bi kîjan yasayê bên mehkemekirin kuro!?
Kuro şivano, pezê xwe biçêrîne û serê xwe bi qanûn, yasa û referandûman neêşîne xwarzê. Piştî go ziyana pezê te tê de tune, ji te re çi kîjan partî bi kîjan yasayê tê girtin oxlim? Ma girtina partîyan bi serê te û bavê te ketiye qeşmer, hella hellaaaaaa!
Vey u vey.taç à gulli egalà erebi.40 bisk u cotek guliyè xenè,bisk u mijgan,xizma zerin.diranè moriè spi ,levèn kiryazi.mal ne neketè.xwudayè mihriban te li roja carshemi afirandi?de bla heval brader payizoyek li ser te beji.tu xer hati fatikè lolipopè.gidi,gidi tu cubiyi Quva?ez baverim tu seyrangahe domana buy, ya na?hele gidi ferà ci buyi.seri doman.§ekl u §eman kurd.bini bajari.ji viè peva navè te,fatikè erebeks bi bit.bla §ivan u gavanè malà baven mi gori te bi bit.xevci berxa ner bo keri.
Derbasbuyîbê Xetîka Fatê u sipas ji bo libê sêrin li ser lêvê tey sekirî dîtin.
?ivanê Dêra Çomera slav û rez
wileh tileh bileh Fatê derwa dike . ev kutin ji Fatê re ne : kecê te ez nekirim û min te ji bavê te ti xwestibu hai derawcina bê bext manê ev 3.-4 haiva te dabu du min weke 007 te bubu wek benishtê darâ Cumera bi Qunaminve zeliqi bu .
yahooo Shivano jê yeqin neke kuro ez shashbum û ev 4.5 sala ez û Fatê bubun dust û heval û yar li ser Internêtê û me chat û mat û Messenger û Facebook me nehishtin welahasil min ku de bila wek wê be de ka emê hev bibinin û ezê wê bixwazim. welahasil ez serê te ne êshinim min berê xwe da shekefta bavê Fatê û camêr pashi pirs û vravinê ku ma xêre min ku ez testê Qiza te Fatê dixwazim yabi dilê wi êshia û ket sedeq û medeqa û zitirka bes min ku apo ma min hin Fatê nedie wi ka na Alfati7a û min ji wek wi kir û min Fati7a xwe xwend ,. û ez bum zavê lê min dit ti nebinê roja pêshim buk( fatê ) anin ji minre ya xwedê ma min ci dit û ti nebine xwezi Qirdik û maymun ba hama ez nabêjim ji ber ev 4 meha ez bazdidim û fatê ji 4 meha di du min de bu ta ana li min digere hama min iro Internêtek dit û min nivisi û yela bi xatrê te beria Fatê were min . demeke xwesh û slava lê Qe8pê bike û beje ew ji min bi 3 telaqê be Fitu Berdaye…..
Kerwanê Derawcin
ber pélén bahran ban tu uz cahven te xware fatexan