Belê, Serok Barzanî rêwîyê Amerîkayê ye û wê di demek pir nêzîk de serdana Qesra Spî bike û silavekê bide Reşo Beşo Obama.
Li gor fitne û fesadên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin, xwedêgiravî ev serdana Serok Barzanî pir û pir girîng e û di çenteyê Serok Barzanî de gellek dosya û tiştên pêwist hene.
Hinek dibêjin: “ Di çenteyê Serok Barzanî de sêv û pirteqal hene“.
Hinek dibêjin: „Na wele mûz û xurme hene“.
Hinek dibên: „Bi namûs hejîr û mewîj hene“.
Hinek jî dibên: „Bi sê telaqên jinberdanê dosya hene, dosyayên serxwebûn û pêşeroja Kurdistanê, dosyayên ÅŸerê li dijî DAÎŞê û rizgarkirina bajarê Mûsilê“ filan û fîstan.
Bi rastî em jî wek Lotikxane meraq dikin:
Gelo di çentê Serok Barzanî de çi heye?
Gelo birastî sêv û pirteqal, mûz û xurme, hejîr û mewîj hene, yan dosyayên pêşeroja Kurdistanê hene?
Îcar qurban, heçê zanibe bê di çentê Serok Barzanî de çi heye, emê çewalek sîr û pîvaz ji wan re bişînin.
Ê de haydê, qewet be ji we re..
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda