Miradê Torî
Buroya Plansazîya Çandî û Civakî (SCP) a Hollandayê, lêkolîn û lêpirsînek giştî li ser hemcins û hemzayendan (qûnek, lezbîyen, trans filan û bêvan yanî) kir. Di lêkolîn û lêpirsînê de encamên balkêş derketin holê. Li gor lêkolîn û lêpirsîna SCP, hemcins li seranserê cîhanê raserî nerazîbûnê tên û ji civakê tên dûrxistin. Li gor lêkolînê, cîh û welatên ku herî zêde bi nermî û maqûl nêzîkî hemcinsan dibin, di rêza yekemîn de Ewrûpa û welatên Ewrûpayê ne. Di rêza duyemîn de Amerîka Başûr (Latîn Amerîka) ye. Û li Latîn Amerîkayê jî Ûrûgûay di rêza yekemîn de ye ku mafê qûnek û qûndeyan diparêze.
Û Tirk û Tirkîye?
Gelo hûn meraq dikin bê Tirk û Tirkîye çawa nêzîkî hemcinsan dibe?
Di lêkolîn û lêpirsîna SCP de, li Tirkîyê ji Tirkan pirsîne: Gelo hûn cîrantîya qûnek û qûndeyan dixwazin? Hûn dixwazin cîrantîyê bi hev re bikin?
Ji %85ê Tirkan gotiye: „Em qet cîrantîya qûnek û qûndeyan naxwazin qardaşim, bela dûrî me bin û nêzîkî şeytên bin. Îcar cîrantîya qûnekan haaaa, na babam na, wê peşkên wan li me û zarokên me jî bikevin, hew we dît em jî bi saya serê wan bûn qûnek yaw, na, nabe! Ne şeytên bibîne û ne naletê lê bîne „ filan û fîstan.
Û SCP ji hinek Kurdên Stenbolê û der û dora HDP jî pirsîne helbet.
– Êêêê, Tirk cîrantîya qûnek û qûndeyan red dikin, naxwazin, gelo hûn çawa difikirin? Bela qûnek û qûnde bibin cîranên we yan na? Hûnê cîrantîyê bi hevre bikin yan na?
– „Ma ev jî pirs e oxlim? Ma hûn helwesta partîya me nizanin? Partîya me partîya kê kir kê ye, kî tê ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan. Bes bila Kurdayetî û Kurdistanîbûnê nekin, doza netew-dewletbûnê nekin bes e. Qûnek e, qûnde ye, lezbîyen e, trans e, nêrûmê ye, qey ferq nake, hêç e. Hewceyî cîrantî û mîrantîyê nake yaw, ji xwe em di bin konekî de dijîn“ filan û xeftan.
Bi kurt û Kurmancî, Tirk ji cîrantîya qûnek û qûndeyan aciz in û naxwazin. Naxwazin peşkên qûnekan li wan jî bikevin û pê biherimin.
Û hûn?
Gelo hûn wek Tirkan difikirin, yan wek Kurdên HDP?
Ez dibêjim mafê qûnek û qûndeyan jî heye ku bi azadî û serbestî qûna xwe bidin lo, ma rebenan ne ji Eyşika Ereb in ne wisa!
Hollanda
Kevir ji cîhê xwe dileqin, Kurd şah in yan pîyon in?
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir