Gerîllayê Bênav
Hinek dibêjin „Her tiÅŸt di navbera herdu lêvên Ocalan de ye. Bêje erê erê ye, bêje na na ye“. Lê hinek caran dixuye ku ne wilo û wisa û wer e.
Hikûmeta Kasimpaşalî Erdogan ev serê çend sala ye ku di bin navê çareserî û mizakereyan de Kurdan dixapîne û wek gok û topê bi Kurdên xwelîser dilîze. Armanca sermezino û hikûmeta wî ew e ku PKK bê qeyd û şert çekên xwe deyne û were di gasîn û bênderên Tirkîyê de bê şekal û pêlav bi gok û topê bilîze. Yanî, dixwaze çekên PKK jê bigire, wê bixesîne û ji çap bixe.
Hêvîya AKP û HDP ew e ku tenê Ocalan kare bangê li PKK û Qendîlê bike ku çekên xwe deynin û teslîm bibin. Lê general, başçawîş û onbaşîyên Qendîlê bi daxuyanîyek qerase bi mîrkutan rabûn AKP, HDP û Ocalan û gotin, nabeeeeeeee û nabe!
Generalên Qendîlê dibêjin “ biryara çekdanînê ne di destê Ocalan û HDPê de ye babam, bi ÅŸeÅŸ telaqên jinberdanê, heta ku Ocalan neyê azadkirin û gavên ciddî neyên avêtin, çek nayên danîn wî, ma em zarok in oxlim“ filan û fîstan.
Hevserokatîya Konseya Rêveber a KCK di daxuyanîyekê de ragihand ÅŸ got:“ Nabe ku Ocalan di ÅŸert û mercên ÃŽmraliyê de banga çekdanînê li gerîllayan bike, nabe ku ti kes banga çekdanînê li Ocalan ferz bike û eger ferz kir jî ev yek nayê qebûlkirin. Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî nikare banga çekdanînê li gerîllayan bike, ji ber ku ne partîyek qanûnî ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Bi dîn û îman, bi namûsa mêrên berê, heta pirsa Kurd li Tirkîyê çareser nebe, hêzên gerîlla dernakevin derveyê Tirkîyê û dev ji xebata çekdarî bernadin.Em virde wêde nizanin qardaÅŸim, divê gavên cidî ji bo xurtkirina agirbesta di navbera dewleta Tirk û PKKê de bên avêtin û parlementoya Tirkîyê rola xwe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bilîze, ji ber vê yekê pêwîstîya Tirkîyê bi destûrek nû heye“ filan û xeftan.
Axir, general, başçawîş û onbaşîyên KCK ji ferzkirinên HDP û başqan Ocalan re gotin STOOOOPPPPPPP!
Ê de li ser xêrê be rebbî…
Qendîl
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin