Adil Dûran
Gelek tişt diqevimin, nefambar, nebîhîstî û nedîtî…
Welat seranser di bin hikumranîya dijminên hov û har de maye..
Her roj perçek ji ber dilê me tête girtin..
Bajar-gund, daristan-zozan û çîyayên me di bin bombebarankirina firokan de ye..
Her der dişewite û di nav de lawir, mîrov, teyr, kêzik û hemî jîndar dikizirin…
Em ne bûne yek. Em nikarin bibin yek, bê tifaq û yekîtî..
Darazdarîya me nîne.
Ji her mirovek bê vîn û bêra yek biryar tê dayîn…
Ma ew ne hisnizmî ye? Ew reşnivîsên han…..
Ne şerm û eyibek mezin e ?
Bi dilrehetî nikarim nivîsek arambexş lêkim..
Yên ku dinivîsîn, vedibêjin û di rojevê de ne, lotikên herî mezin diavêjin..
Ketine rikê hevdu. Navên pîroz, cîhên pîroz gemar dikin. Bi şexsîyetê mezinên gelê Kurd dileyîzin..
Xwe bi xwe înkar dikin. Bêbext in..
Xwe difiroşin, dilreş in, bê xîret in..
Bûne şîrikê neyaran, bûne dijminê bav û kalan…
Ji ber wê tewr û hêvîyê
Bawerîya mirov bi mirov nemaye…
Baverîya mirov bi xwedê nemaye!?
Bawerîya olî-ramanî-sîyasî, dîrokî û hwd..pûç û vala bûye..
Bi galegala dijmin dixwazin hîssên netewî vemirînin..
Dixwazin her tim miletê Kurd bibe dîl û bendê Tirk-Ereb û Eceman…
Ew rêxistin, partî û dezgehên ku li ser navê Kurdan sîyasetê bi rêve dibin, nanê dijmin dixwun û karê dijmin dikin..
Divê gelê Kurd ji îro û pê de bi bîryardarî rê nede wan..
Firset nede dijminê hundur û yê derve..
Çi elewî-sunnî, çi êzîdî çi fileh, çi cihû çi şohî ..
Başûr-bakur, rojhilat û rojava hemu Kurd bira ne û neteweyek in..
Dema ku ew rengên han yên Kurdîstanê mil bidin hevdu û yek bin, wê Kurd azad bin û Kurdistan çêbibe…
Bila hemu kuştin û qirkirin neyên jibîrkirin:
Ararad-Koçgîrî..Pîran û Dersîm…
Helepçe..Şengal..Kobanî
Bijî pûşmerge!
Bijî pûshmerge! chi ye?