Ehmed Beyan
Belê, partîya CHPê plana xwe ya ji bo propaganda hilbijartinên 1ê Mijdarê eşkere kir, Serokê CHP gundî Kemal, ango Kemal Kiliçdaroglu jî bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û ragihand ku ewê pirsgirêka Kurd çareser bike.
Di merasîma ragihandina plana propagandayên CHP de gundî Kemal çend lotikên qerase avêtin û li ser hinek mijarên qirîng rawestîya. Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe de behsa gelek mijaran û bi taybet behsa pirsgirêka Kurd li Tirkiyê kir û soz da ku pirsgirêka Kurd di Parlamentoya Tirkiyê de çareser bike.
Lotikvanê kinik û kurtik Kiliçdaroglu, di derbarê pirsgirêka Kurd de got: “Ev pirsgirêk zemîn jê re nehatiye amadekirin. Em bi rêya lihevhatina nav civakê zemînê jê re amade dikin û wê pirsgirêkê dikin yasayî. Emê di çarçoveya Parlamentoya Tirkiyê de vê pirsgirêka qerase çareser bikin” filan û fîstan.
Kiliçdaroglu jina xwe ji xwe berda, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: “Zinêkarên AKP ew yek nîşan dan ku nikarin pirsa Kurd fêhm bikin û çareser bikin. Lê bi allahwekîl wek CHP emê vê pirsê çareser bikin” filan û dîsa fîstan.
Serokê CHP gundî Kemal soz da Kurdan û wiha axivî: “Ez soz didim hevwelatiyên Kurd ku maf û azadiyên wan biparêzim û di destûr û yasayan de bicîh bikim” û pê de çû.
Belê gelî lotikvanan, serokê CHP gundî Kemal soz da. Bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar, jina xwe ji xwe berda ku ewê di pirsgirêka Kurd çareser bike û zagon û yasayan de vê pirsa qerase bicîh bike.
Îcar hûn şahid in gelî xwendevanan.
Heke roj hat û CHP bû desthilatdar yan şirîkê desthilatdarîyê, divê pirsa Kurd çareser bike û di zagon û yasayên dewletê de zexm û qewîn bike.
Heke soza xwe bi cîh neanî û soza xwe kir tirr û fis, bizanin ku jina wî jê berdayî ye û tu zilam jê dernakeve wesselam…
Enqere
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e