Xidir Ûso
Qaşo ji bo nedana meaşên karmendan û çareserkirina rewşa serokatîya Herêma Kurdistan pêşandan hatin li darxistin. Bang û serkêşîya van pêşandanan ji alî rêvebirên partîya Goran hat kirin.
Pêşander, bi taybet ciyê ku Partîya Goran û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistan lê serwerbûn û li ber çavê hêzên asayişa YNK, bi awayekî organîze êrîşî avahîyên Partîya Demokrata Kurdistan kirin.
Beşek ji van pêşanderan çek jî bi karanîne û dest bi şewitandin û rûxandina avahîyên PDK kirin û qesta jîyana endam û rêvebirên wê partîyê kirin. Di encam de hejmarek kuştî û birîndar bi xwe re anî.
Heger armanc mûçe û destnîşankirina rewşa serokatîyê be, hukumetek niştîmanî hey e û hemû partîyên xwedîyê nûnerên hilbijartî di hukumetê de beşdar in û di serî de Goran û YNK, di hukumetê de xwedîyê rolê sereke ne. Wê gavê çima pêşander avahîyê Goran û YNK jî armanc nakin, tenê êrîşî avahî û berpirsê PDK dikin!?
Ciyê pesn û şanazîyê bû ku li deverên PDK serwer e, li ser avahîyên Goran tu êrîş nehat kirin; lê ji bo ku wekîlê Goran e, ji alî hêzên Zêrevanî, nehîştîna Serokê Parlemana Kurdistan ji Silêmanî biçe Hewlêr ser karê xwe, ne helwestek yasayî û demokratîk e. Daxwaza neyarên Kurdistanê ev e ku li Kurdistanê qanûn û demokrasî nemeşe.
Ji roja ku herêma Kurdistan hukumeta xwe ya federal avakirîye û xwe bi rêve dibe, ji bo aramî û îstîkrar li Kurdistanê çênebe, bûye hedefa her çar dewletê mêtinkar û her dewlet bi hêz û îmkanê xwe destêwerdanan li Kurdistanê pêktînin.
Her çar dewlet heta niha dibên: “em yekîtîya axa Iraq diparêzin.” Iraq, di dema Hukumeta Malîkî de, madeya Makezagonê ya 140 nehîşt pêk were, hêzên xwe şandin ser Kurdistanê û bi taybetî dest danî ser butçeya Kurdistanê û mûçeyên karmend û fermanberên Kurdistanê birîn û xwest wan bi birçîbûnê terbîye bike. Îro hukumeta Ebadî jî heman çekê bi kartîne.
Wer tê xwanêkirin ku heta statukoya Kurdistanê û “Rojhilatanavîn” bi vî şêweyî berdewam bike, wê dewletên mêtinkar yên serwerê Kurdistan jî destûr nede ku gelê Kurd di nava aştî, aramî û azadîyê de bijî.
Li hember helwesta hukumetên Iraqê, serok û hukumeta herêma Kurdistan neçar ma ku hin biryar û helwestan bistîne: Serokê Herêma Kurdistan Birêz Mesûd Berzanî got: “ji xeynî ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistan tu çareyek me ya din nîn e û ev jî mafê gelê Kurdistan e!”
Li hember vê daxuyanîya Serok Berzanî, di serî de mêtikarên Îran û piştre pêgirên wê, rêvebirên dewleta Iraq, PKK, YNK û Goran nerazîbûnê xwe li hember helwesta Berzanî ya dewletbûna Kurd rêdan.
Di 17 Sibat 2011, mîna niha, dîsa Goran naşîyên ciwan û nezan bera kolanan dan û êrîşî avahîyên PDK kirin. Xortekî jîyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn. Lê bi helwesta welatperwerîya gelê Kurdistan û nekarîya xayinên nava partîyên dijber, ew “serhildan”a li dijî PDK têkçû.
Piştre DÎIŞ, bi organîzekirina Îran, piştgirîya rejima Tirkîye û bi çekkirina rejima Sûrîye û Iraq û bi serperiştîya kevneBAASîyên Iraq derxistin pêşberî herêma Kurdistan.
DÎIŞ Şingal dagîr kir, Kerkûk dorpêç kir û êrîşî ser Hewlêrê kir. Pêşî ji YNK, Goran û partîyên Îslamî tu deng derneket, lê ji bo ku rê li ber dagîrkirina DÎIŞê bigirin, Serok Mesûd Berzanî û malbata xwe û rêvebirên PDK, hêza PSDK, Partîya Komunîst, ya Zahmetkêş û partîyên Kurdistana Rojhilat, di serî de jîyana xwe û hemû îmkanê xwe feda kirin û ketin şerê dijî terorîstên hov.
Di serî de Amerîka û dewletên Yekîtîya Ewropa vê lîstîka bi xeter zû ferq kirin û bi hêzên ezmanî û alîkarîya lojîstîk di gazîya Herêma Kurdistan de çûn. Loma ev planê xeter yên mêtinkarên herêmê jî têk çû.
Barzanî, PDK û hevkarên wan, ne tenê terorîstên DÎIŞê ji xaka Kurdastan avêtin, alîkarîya Kobanî jî kirin û DÎIŞ li wir jî têkbirin.
Her çar dewletên mêtinkar, ji ber parastina Hêza Hevpeyman ya Navnetewî nikarîbûn rasterê êrîşî herêma Kurdistan bikin; bi taybetî mêtinkarên paşverûyên Îran hevalbendên xwe xistin tevgerê û bi rêya derxistina alozî û şerê navxwe, xwest partîyên herêma Kurdistanê bera berhev bidin û yekîtî û îstîkrara Kurdistanê birûxînin û Başûrê Kurdistanê jî bikin du perçe!
Ya na ji bo hilbijartina Serokatîya Herêma Kurdistan, karê general û balyozên Îranê li civînên parlaman û avahîyên YNK û Goranê çiye!?
Îro li Kurdistanê û Rojhilatanavîn du helwest, du blok û du hevkarîyên cuda derketîye meydanê:
Êdî Rûsya wek hêzek Emperyal, divê; “ez jî di serwerî û parkirina bazarên Rojhilatanavîn de heme!” bi hevkarîya vekirî ya Çîn, Îran, Iraq û Sûrîye, bi hêzên ezmanî û mûşekên meddirêj destdirêjîya qeyrana Sûrîye kir.
Van dewletên mêtinkar hêvî dikin ku bi hevkarîya rêxistinên hevabalbendên xwe yên Kurd (PKK, YNK, Goran) û bi piştgirîya Rûsya karibin pêşî li dewletbûna Kurd bigirin. Lewra Rûsya bi helwesta parastina `yekîtîya axa Sûrî û Iraq`, mîna her demê amadeye ku li hember gelê Kurd rolê xwe yê bi lanet bilîze!
Ji alî din ve bloka Amerîka û Ewropa dewletên hevkar hey e: her çend ku ew jî heta astekê alîgirê statukoyê bin, di nava pîvanên berjewendîyên xwe de, ji helwest, berjewendî û daxwazê Kurdan re rûmetê nîşan didin. Çendîn bêdilî xwe be jî di dawîn de mêtinkarên Tirk jî di nava vê hevpeymanîyê de cîh distîne.
Di nav hêzên Kurd û yên navnetewî, kî dijî dewletbûna Kurd yan xwedî statuyek federal, konfedaral an otomîyek rastî be, ew vekîrî dijî berjewendîyên gelê Kurd in.
Îro fersendek hebûn û nebûnê, ya rizgarîya netewî û civatî hatîye ber derîyê gelê Kurd, hêzên Kurd divê bawerî û îdeolojîyan, menfîetên kesane û partîtan li alîyekî deynin û tenê wek rastîya dunyayê û mirov bifikirin, mafê gelê xwe û welatê xwe wek yê hemû cîhanê bifikirin, yekîtîya xwe bikin û wekhevîya neteweya xwe wek ya her neteweyekê biparêzin û gelê xwe rizgar û azad bikin!
Netewe
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!