Sevda Kaplan
Her wext li gor xwe hatiye jîyandin. Mirov li gor rewşa ku tê de ye jîyana xwe domandiye. Li gor şert û mercên deman ji xwe re derfet derxistiye holê. Bi sedsalan di tarîyê de jîyana xwe jîyaye. Bi ronahîya çavê xwe derdorê xwe ronahî kiriye. Bi sedsalan şevên dirêj di tarîya şevê de derbas bûye. Hîn elektirik (Ceyran) ne hatibû dîtin. Gund û bajarên Kurdan jî di tarîya şevê de bû. Mixabin Piştî dîtîna ceyranê jî bi sedsalan di tarîyê de man. Ji bo ku şevên tarîyê ronî bike çirayek îcat kiriye.Hinek kesan jê re gotiye lampeya îdare, hinekan gotiye lampeya gazê, hinekan gotiye kovik û hwd. Alavekî hêsan bû. Ji bo ku mirov bikaribe bi hêsanî bikar bîne ji tenekeyekê çêkirine. Weke kovikekî çewt bû. Devê wê hebû. Binê wê bi qayzaxê tije dikirin. Dii jora wê re fitîlêk bi rûn (bi dohn) çêkiribûn. Fitîl qayzax dikişand nav xwe. Fitîl bî niftik (çixat) dihate şewitandin. Dema ku pir dişewitî dû derdixist. Helbet bêhnek nexweş dihat. Yanî bêhna qayzaxa bi rûn dihat. Ev bêhn carna serê mirov diêşand. Piştî çira îcar jê re digotin lûkûs (fanos) derket. Li gor çira hinekî din jî modern bû. Lampeya xazê yan jî ronahîya qayzaxê piştî çira wekr tu ceyranê bibînî dihat dîtîin. Lewra gelek modern bû, ronahîya wê ji çira zêdetir bû. Derûdor bêtir ronkayî dikir.Mirov hinekî din dikarîbû bi şev jî karê xwe li ber bike. Carna li derdorê rûdiniştin û lê dinêrîyan. Weke tu li tiştekî temaşe bikî. Li derdora lampeya qayzaxê gelek çîrok û helbest hatine nivîsandin. Gelek tiştên bêhempa li ber çira yan jî lampeyên xazê derketine holê. Ev lampe di gelek stran û klamên Kurdan de derbas dibin. Di roja me de jî bûye navê rojname, kovar, tv, radyo û hwd. Ji helbestan minakek; Ey yarê nebe wekr çirayên qayzaxî ,tu ji bo kê dişewitî nişan bide, tu dilê kê de ronî dibe ey yarê….
Yan jî;
Ronahîya çira giyan vemirî
gewriya tenêtîya şevê
xeman vedirêşe
berbangê guh bel kirin
êşa hilma awirên xwe
li siya toza pirtûkan
digerînim
(Xizan Şîlan)
Me got lampeya qayzaxê ya modern jî dîsa ji xazê bû. Lê belê îcar xezna wê ji camê bû û nava wê bi qayzaxê dihate dagirkirin. Tiştekî metal ji kozayê jî di ser wê re derbas dibû. Di nav metalê de jî fitîlek hebû. Cama lampeyê di vî metalî re derbas dibû. Heger ku mirovek bixwesta ku lampêyê vêxe, divê ewilî cam rakira û fitîl veêxista. Cama lampeyê ji demek şunde ji ber şewitandina qayzaxê dû dibû û reş dibû, îcar derdora xwe ronî nedikir, ji ber wê cam derdixistin û bi paçekî ziwa pakij dikirin. Dema razanê bi ‘pif’ kirinê vedimirandin. Bi vî şiklî mirovên berê şevên tarî hinek jî be ronahî dikirin. Wek her karê malê ev kar jî dîsa jinan dikir. Weke ku li ser bê wezîfekirin. Ji jinê dihat xwestin. Jin dianî lê mêr vêdixist. Dema vesandinê (vemirandinê) îcar jinê vedisand. Pif kirin jî hew dikarîbû jin bike, ev tevger jî bibû weke adetek yan jî wek bawerîyekê, hew jinan ev yek dikir. Helbet demên berê ev lempe li her malê tunebûn. Ji ber vê jî tiştekî pir bi qiymet bû. Ji bo ku tu zirarek nebine li cîyekî girîng dihat paraztin. Lampeyên ewilî bê qul bûn. Lê demên paşîyê cûreyên wan derketin. Hinek bi qul hatin çêkirin, qulpê wan jî ji neynîkê bû. Ji bo ku biparêzin li dîwarên odeyan dadiliqandin. Êdî dineqişandin. Cûreyên wê herku diçû hinek din ber bi modernbûnê ve diçû.. Ji bo ku kesek dest nede û tiştek pê neyê. Lampeyên ewilî li her gund û li her malê tunebû. Hew li malên dewlemendan hebû. Yan axa bûn yan beg bûn. Heger ku mêvanekî xerîb bihata gundekî, wî dibirin mala axayê gund û li derdorê lampeyê dicivîn. Dem herku çû bi pêş ket û êdî ceyran gihiştibû her malê, lampeyên bapîran êdî nedihat bikar anîn. Lê belê di roja me de li hinek malan dema ku ceyran qut dibe, hîn jî tê bikar anîn.
www.candname.com
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî