Rojda Aydin
Nizanim ne Serokatîya Diyaneta Tirkîyê mejîyê xwe xwariye, yan jî henekê xwe bi xelkê dike. Lê çi dibe bela bibe, xuyaye henekan nake û dixwaze rastîya naveroka ola xwe li ser xelkê fers bike.
Berî niha Dezgeha Diyaneta Tirkîyê fitûyek derxistibû û gotibû: „Heke şehwets bav li keçê rabe, ne heram e“. Ango, heke dil û temê bav biçe ser keça wî, kare dest bavêje keça xwe û haşa min hizûr, namûsa wê bike pênc pare. Yanî, bav kare zinê bi keça xwe re bike.
Piştî derxistina vê fitûyê, li Tirkîyê çend bavan destdirêjîya keçên xwe kiribûn û çend xezûran jî bûkên xwe li xwe mehr kiribûn. Û her ku diçe bi destê vê fikar û mejîyê gennî fitû û ayetên kesanedî dadikevin û derdikevin.
Niha jî fitûya kurtajê (jiberxwe birin) hat derxistin û dîsa lotikek li jinan ket.
Serokatîya Diyaneta Tirkîyê, di Salnameya xwe ya 2016an de fitûyek balkêş nivîsandiye. Di Salnameyê de hatiye gotin: „Kesê kurtajê bike (zarokan ji ber xwe bibe) divê tazmînata (curmê) heqê 5 deveyan bide“ filan û fîstan.
Yanî, jina ku zarokan ji ber xwe bibe, wek ceza divê buhayê 5 deveyan pare bide dewletê.
Ê law jey min di devê we û fitûyên we de rîtino, ma li Tirkîyê jina ku kurtaj nekiribe û maye? Tirkiye ji Ewrûpayê xirabtir bûye, fihûş û zinêkarî gîhaye asta herî bilind, ma jinên reben kurtajê nekin wê çi bikin keftarno? Yan çavê we lê ye jin her serê sê mehan bizên û salê 4 zarokan bînin belqitîno?
Îcar heqê 5 deveyan kuro!
Hey min di şaşika we de rîtino, we bigota heqê 5 mirîşkan, dibû. We bigota heqê 5 elokan, îdare dikir. Ma law wê jinên reben heqê 5 deveyên wek we ji ku bînin?
Werhasilî kelam, Diyaneta Tirkîyê nebûye Diyaneta Ola Îslamê, bûye Diyaneta Fitûyên Zinêkarî û Destdirêjîyê wesselam…
Stenbol
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist