Ji dil e, yan ji qirikê û jor de ye?

Abdûllah El Kurdî

Hûn zanin, çi dema ku Tirk, Faris û Erebên zikmezin dikevin tengayîyê, hew we dît şaşikên xwe li serê Kurdên xwelîser kirin, pesnê wan dan û ew firandin ber perê ezmanan. Lê ku cîh li wan fireh bû û bi firê ketin, hilê Kurdan li milê wan dikin û di kodika wan de dirîn. Siyaseta bratîya îslamê ji wan re bûye wek çîroka axirzemana û ha ha pê Kurdan dixapînin wesselam.

Alimê Siûdî Erebistanê Dr Şeyh Muhammed El Arifî, da lotik û zîtirkan, şaşika xwe ji serê xwe avêt, bi 101 telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Exûyî, li ser bextê min û bavê min be, Kurd xwedîyê dîrokek bi şan û şeref in. Kurdan di dîroka xwe de herdem xizmeta îslamê kirine. Ji Kurdan alim û hafizên navdar derketine. Kurd leheng û qehreman in. Xwedê wan biparêze“ serê hefsêr berda.

Ma kî van gotinên şahîk û girover ji Kurdan re nabêje qurban?

Ka go hûn ji dilê safî bêjin û derewan nekin.

Gava mesele dibe bratîya îslamê, Kurd li ber dilê wan dibin şîr û şekir, dibin dims û hingiv. Lê ku Kurdan behsa serxwebûn û dewleta Kurdistanê kir, hew we dît rû û mikûsê wan bû gû û jehr jê barîya. Ew Kurdên ku xizmeta îslamê kirine û dikin, di dema serxwebûn û dewletxwestinê de li ber çavên wan dibin kafir, dibin terorîst, cudaxwaz û dijminên îslamê.

Gava berjewendîya wan tê de hebe û çêbû, Kurd bra ne.

Gava berjewendîya wan tê de hebe û çêbû, Kurd qehreman in.

Gava berjewendîya wan tê de hebe, Kurd Ristemê Zal in, Selaheddînê Eyyûbî ne.

Lê ku li dijî berjewendîyên wan rabin, kole, parsek û sêwî ne.

Hey min di siyaseta we û şaşikên we kirinoooooo!

Erebistan

About The Author