Şêx çû, tizbîya wî ma!

Rêwîyê Kal

Pir na ji vir 60 sal berê kesî doktor nizanibû, wexta nexweşîyek çêdibû berê xwe didan ocaxa şêxan. Bi xelat û diyarîyan şêxan bi ser wan de dixwendin, heke pak bibûna şêx dibûn xwedî nav û deng, heke sax nebûna digotin „Xwedê Teala nesîbê wî/wê birî“ye!

Li devera Mûşê jî şêxek gelek bi nav û deng hebû, serê kê biêşîya xwe diavêtin ocaxa wî. Şêx gelek malê dinyayê berhev kir paşê çû ser dilovanîya xwe. Sê kurên wî hebûn, hemûyan jî tehsîl kiribûn û bibûn xwedî meslek, dev ji şêxîtîyê berdabûn. Pîreka şêx bi tena serê xwe li gund jiyana xwe berdewam dikir.

Xelkê wê deverê piştî wefata şêx jî, wek berê dîsa berê xwe didan mala şêx. Pîreka şêx bi tasê av bi ser nexweşan de dikir û tizbîya şêx li ser birînên wan digerand.

Yekî got: “ Em hatin şîfa bibînin, tu bi vê tasê û tizbîyê çi dikî? “

Kulfeta şêx got: “ Ma ezê çi bikim? Ne dia zanim ne jî doktor im. Şêxê delal çû, tasa ku pê av vedixwar û tizbîya destê wî ma, bi wan şîfayê digihînim we jî nabe heyran…”

Meha Nîsanê hat, wê mirîdên demokratik dîsa berê xwe bidin gundê şêx Evdila, wê dîsa xwelîya devdora malê bi ser xwe dakin û yekser bibin xwelîser. Bajar wêran bûne, cîwan hatine kuştin, ji wan re ne xem e!

Kurdistan

About The Author