Wek hûn zanin gelî lotikvanan, Balyozê Amerîka yê li Enqerê Con Bas ragihandibû ku ew êdî çek û pêdivîyên leşkerî nadin YPGê. Di vê derbarê de Endamekî Serkirdatiya PDK-S jî gotiye ku “ PYD bûye guharê neyaran û bawerî pê nemaye“ û daye lotikan.
Li ser bextê fitne û fesad, zinêkar û bazirganên bajarê Qamişlo be, dibêjin Endamê Serkirdatiya PDK-S Dr. Kawa Azîzî, ji malpera KDP.info re ragihandiye û gotiye: “Ez bi serê bavê we kim, Amerîka gihîştiye wê bawerîyê ku hêzên YPG ser bi PYD ve ne, hêzekî hizbî ne, fermana xwe ji derve werdigirin û bûne parêzerê Esed û rêjma wî. Herwiha PYD daxwazên welatên derve li Sûriyê bicîh tîne. Karê wan û êrişên wan yên li ser alîyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û girtin û eşkencekirina siyasetmedar û çalakvanan, bûye sedem ku bawerîya Amerîka bi wê hêzê nemîne” filan û fîstan.
Azîzî wiha gotiye û pê de çûye: “PYD siyaseta gef û guvaşan li hember hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bikar tîne û tenê guh li axaftina 4 yan 5 serkirdeyên KCKê dike. Bi şeş telaqên jinberdanê PYD bûye guharê guhê neyaran û fermanên xelkê bicîh dike” û kela dilê xwe hênik kiriye.
Îcar birastî ez jî meraq dikim allahwekîl;
Gelo birastî PYD bûye guharê guhê neyaran?
Gelo guharekî zêrîn e, zîvîn e, sifir e yan dir û almas e?
Ez di şûna PYD de bim, ezê rabim û rûnêm û ji Dr. Kawa Ezîzî re dua bikim allahwekîl.
We go çima?
Law PYD bibe guharê neyaran baş e babam. Belkî bi xêra wan guharan PYD guhdarîya plan û projeyên neyaran dike û li gora wê xwe tev dide wî.
Ma bela Ezîzî bigota: “ Bi allahwekîl PYD bûye kurtanê kerê neyaran“ bavê min!..
Na na..
Guhar baş e û ne xerab e.
Tew bibe xizêma pozê neyaran hê çêtire wesselam…
Ê de xêr û guneh di stuyê Dr. Kawa Ezîzî de be rebbî….
Qamişlo
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin