Adil Düran
Rojek ji rojan gur, keftar, çeqel û rovî li hev tên û dicivîin.
Rovî: Binêrin, çend demsal in em li pey nêçîran dikevin û mehrûm dimînin.
Gur: Tu rast dibêjî sofî. Mirov gelek zalim in, ne mimkine ku em ji niha û pê de goştê berx û karikan bixwin. Ji xwe garan ne mimkin in.
Keftar: Me hevl da ku êrîşî meymûnan bikin. Lê ew jî bi lez hildikişin ser daran.
Çeqel: Masî û teyr li ber me nasekinin. Masî direvin û teyr jî difirin. Carna em diçin herêma şêran, jîyana me dikeve xeterê.
Rovî: Dema ku hûn bi raya xwe min bikin qralê van mêrg û zozanan, ezê wek rêberê we bim û bikevim xizmeta we.
Hemû wahş û hovên ku li wir amade ne rovî wek qral dipejirînin. Qebûl dikin û lotikan davêjin.
•Her bijî serooook!
•Her bijî serok!
•Em bi can û bi xwîn bi tera ne!
Lê zikê wan birçî ye. Û bi yek devî lê dinêrin û dibêjin:
•Tu nebûna em tunebûn, bê te jîyan nabe….
•Ger tu bixwazî em amade ne êrîşî garanan jî bikin.
Rovî di bin simbêlan re dikene:
•Bi sebir bin hevalno, ezê her tiştî rêk û pak bikim.
Rovî alayek spî hiltîne û diçe ba garanan.
•Ez ji bo azadî û felatîya we bi rêgketim hatim. Ger hûn bi ya min bikin, ji niha û pê de wê ev mêrg û zozan û daristan tev li we helal be.
Serokê garanê got:
•Kes bi me nikare. Ne gur, ne çeqel, ne hirç û ne ji şêr. Ma tu henekê xwe bi me dikî oxlim.
•Na xêr. Hemû cinawir li hev civîyan û hêzên xwe kirin yek, wê êrîşî we bikin. Kezeba min bi wê biryarê şewîtî û ez li gel we û birayên we me..
Li ber wan gotinên rovî, heywanên garanê kirin piste mist. Hinek ji tirsan ricifîn.
•Ma em çi bikin.
•Dema ku êrîş hat ser we, hûn gayê spî feda bikin û xilas. Ji ber ku ew spî ye, ji dûr ve jî bala lawiran dikşîne.
Û gayê spî qurban dibe.
Demek dûr û dirêj rovî carek din ji heywanên garanê re dibêje:
•Ew gayê sor xaînekî mezin e. Divê hûn wî jî feda bikin.
Piştî ku gayê sor jî dikin qurban, gayê belek jî qurban dibe, ê zer jî. Ewên ku di nav garanê de xurt in û bi xîret în tev qurban dibin. Pîştî tunebûna gayên xurt û xîret, keftar, çeqel, gur û rovî yên herêmê bi hev re heywanên garanê yek bi yek dixin kemînê û dixwin.
Dawîyê çend heywanên garanê dimînin û loman ji hevdu dikin.
•Me bêaqilî kir. Divê me gayê spî qurban nekiriba. Gayê sor, gayê belek, gayê zer. Ew stûnên hebûna me bû bün.
Bûyer gelek dersdar e ji bo me Kurdan
Gelek serpêhatî û serhildanên me çêbûn. Ararat, Mahabat, Barzan, Koçgîrî, Pîran û Dersîm.
Me hewl neda ku bi rih û hestê Qazî Mihemed, Barzanî, Şêx Saîd, Seîd Riza, İhsan N.Paşa, em axa xwe, neteweyê xwe û xwe bi xwe azad bikin.
Niha em li havîrdora xwe digerin.
Tev bêdeng in.
Tev bi kul û keser dinalin, digirîn û diqêrin.
Ma we ji gabûnê tu xêr dît…?
BILA XENIMî WAN BE
ŞERÊ ROVÎ U KERÊ
BENÎŞT Û ERGENEKON