Têr û birçî

Di meha remezanê de, tişta herî bi min komîk û sosret tê, çi îslamîst, çi sosyalîst dema kes-kesayet-sazî-komele-partî fitarekê organîze dike û derdora xwe diezibîne wê fitarê…
devliken
Xwedêgiravî tê gotin mebesta meha remezanê ew e „têr ji halê birçiyan fêhm bikin“
Zirdereweke nayê pînekirin.
Ew organîzasyon di rengê ziyafetê de fitar e û li ser wê sifreyê çavê mirov tenê bi birçiyekî jî nakeve.
Bi kurt û kurmancî;
Ne tenê di yazdeh mehan de, di meha remezanê de jî, têr têr in, birçî dîsa birçî ne.
Û bi van derew-xapandin-quretî-megalomantiyan, ne tevna civakê serast dibe, ne hestên însanî terbiye dibin, ne jî bawerî û hêvî li ser vê axê şîn tên…
Heta ev hişmendî-zîhniyet deshilat be;
El Fatîhe li ser ruhê Xwedê!

About The Author