Li welêt çawa ku dikan û market tên vekirin, rêxistin û partî têne damezirandin. Nav navên berê, mêr ne mêrên berê. Destûr û bernameyên wan ji sedî nod wekhev. Armanç tiştên ku di destûr û bernameyê de hatine rêzkirin, li ser pûçkirina wan.
Partîya ….Kurdên Tirkîyê..Kurdên Îraqê..Kurdên îranê u Kurdên Sûrîyê !? Û yên kerxwur…?
Lê tu kes qala Partîya Kurdên Kurdîstanê nake!
Dema ku meriv ji yên çep dipirse, wisa dibersivînin: Em xebata mirovahîyê dikin!
Navê netewî û Kurdbuûyînê ji xwe dûr dixin: Em û gelê Tirkîyê, Erep û Ecem birayên hev in.
Nabêjin berî her tiştî Kurd û Kurd birayên hev in. Bi destûra dawerîya welatên serdest û dagîrker partî û rêxistinan ava dikin û bi zimanê wan siyasetê dikin. Serxwebûn, yekîtî, azadî ûhwd..Hin sergotin di devê wan de bûyne benîşt. Lê di jîyanê de bê mane ne.
Di televîzyon, kovar, rojname û malperên wan rêxistin û partîyan de gelek wêne, vîdeo û nîvîs li dijî hevdu tên bikaranîn. Hin tişt mane rûmeta Kurd û Kurdistanê ne, wan reş dikin. Dek û dolab, fêl û fesadîyê di derheqê hevdu da lidardixin. Şerê hevdu dikin. Kurd û Kurdistan hatiye xopankirin.
Ji gelek malbatan bi hezaran mirov hatine kuştin. Koçber bûne. Hinek ji bo zikê xwe dibezin, hinek jî ji bo canê xwe direvin.
Xetek Kurdîstanî ji bo yekîtîyê, armancek netewî tuneye.
Hinek zirKurd bi dijmin re ketine govendê. Dibêjin û vedibêjin: “Em dewletek Kurdî naxwazin, me fikra netewî xistiye nav qirş û qal û gemarê. Ev der, ew der, ev bajar, ew bajar ne Kurdistan e. Em şoreşger in, dixwazin gelê Rojhilata Navîn azad bikin” û wekî din.
Ma we tu carî bihîstiye û xwendiye? Di dinê de kîjan rêxistin ango partîya netewî bi dijminê xwe re tifaq kiriye? Hinek Kurdên me dibêjin: “Em hewl didin xwe da ku demokrasîyê bînin Tirkîyê, em parçek ji parçeyê Sûrîyê, Tirkîyê, İran û Iraqê ne” û pêde diçin. Vekirî dibêjin, xwe venaşêrin jî.
Dema ku mirov li meş û çalakîyên wan dinêrî, dibîne ku alaya Kurdî nîne.
Carcaran em bi poşmanî arîkarîya wan dikin. Dibe ku nezan bin, xeşîm bin, lê dema ku bi wan re gengeşîya sîyasî dikin, tew me neheq derdixin, gunehbar dikin. Çiqas tiştên me yên bi rûmet hene êrîşî wan dikin, şerê me dikin.
Demekê min rexne li berpirsîyarên wan girt û got: “Y.Küçük “ bi navê biratîya gelan, yekîtî û alîkarîya çep an Bekoyê Ewan e”.
Êrîşî min kirin û xelata xayîntîyê bi min vekirin.
Çend caran min di derheqê A.Tuğluk û H.Dîcle de nivîs lêkirin û gotinên wan yên li dijî neteweyê Kurd û mebesta wan a xirab rexne kirin.
Suwarî rabûn ser pîyan. Gotin û vegotin: “Tu kîyî? Em şer dikin. Ma te rojekê kevirek avêtiye dijmin? Me bi hezaran şehîd dane. Ûhwd.
Yên ku rexne li min dikirin koçber in. Zaroyên wan li Ewrûpayê dixwînîn. Li Tirkîyê li bajarên wek Yalova, Bodrum, Kuşadasi û wekî din qonaxên wan hene. Bi diravan leşkerî kirine. Salê çend caran diçin Tirkîyê û kêfa li ser kêfê dikin.
Mijara min û wan bûye wek mijara kerxwuran…
Tê gotin, şevek tarî bê ronahî li gundekî Konyayê deh malbat li hev dicivin û dixwazin bi hev re xwarinek bi goşt bixwin û şahîyê bikin.
Du zilam radihêjin kêrê û dikevin nav kerîyê pez, dixwazin beranekî serjê bikin. Lê di tarîyê de li şûna beranekî kurîyê (dehşikê) kerê serjê dikin. Wê şevê têra xwe goşt dixwin, eraqê vedixwin û didin lotikan.
Berbanga sibê, bi xwendina dîkan re gundî yek bi yek ji xewê hişyar dibin. Malxweyek diçe hewşê da ku çermê beran bîne û wanderan pakij bike. Dibîne ku çerm çermê kurîya (dehşikê) kerê ye. Û dike qêrîn.
-Wey emir qesifîno, we goştê kerê bi me da xwarin, wey tiff li mêranîya we be!
Piştre çermê kurîyê digire, tîne û yek bi yek ji jin û mêran re dike seravde.
-Heyfa we! Hûn bûn kerxwir!
Gundî her yek ji wan bersiv didin…
-Bi rûmeta mewlana sond dixwim ku min nexwariye..
-Welle billeh min nexwariye..
Em jî bûne xemxwir.
Û dixwazim bibirsim:
Ma hûn tev welatparêz in? Şoreşger in?
Ka welatparêzîya we, ka şoreşgerîya we?
Ji bo çi hevdu dixwin?
Ji bo çi li dijî hevdu ne?
Ji bo çi bê tifaq in?
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî