Ji hêlekê ve bi dewletê re şer dikin (Ya rast hîn jî tevî min gelek kurd tênegihaştine bê ev şer ji bo çi ye), ji hêlekê ve jî li ku rûdinin, ba çapemeniyê dikin û daxuyaniyekê li ser daxuyaniyekê didin, da dewlet bi wan re rûne û pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike. (Pêvajoya aştiyê jî entegrasyon e û jixwe entegrasyon jî bi mentiqa“kurd“ û tirkan celebeke asîmlasyonê bixwe ye)
La hewle wela!
Madem qûna we qûna mirîşkê ye, çavê xwe bera hêka betê nedin, heyran.
Madem mesele demokrasî, aştî, aramî, biratî û tirkiyeyîtî ye, ewqas mirin ji bo çi ye, heyran?
Çima hûn bi milyonan kes dikin qurbana kesekî?
Ji bo hûn xwedêgiravî hêsîrekî azad bikin, hûn Kurdistanekê dikin hêsîr.
Êdî bes e yaw!
Weleh bileh tileh we Kurdistan kir Êşistan.
Nuha Ahmet Kaya sax bûya, rahişta tembûra xwe û ji me re strana, „Ev çi nakokiyeke ecêb e, yadê“ (Bu ne yaman çelişki anne) bigota…
Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye
Bextê Xweda Tune ye
Tecrûbeya Ewil