M. Salih Batırhan – Ahmet Özyeter – Dilan Almaz – Mustafa Ergün
Serdana Hevserokê HDP’ê Demirtaş ya Hewlerê di raya giştî ya Kurdistanê de bû hêviya yekrêzî û aramiya navbera siyaseta kurd. Demirtaş got, wan hemû destkeftiyên xwe bi berxwedanê bi dest anîne, serkeftinên wan wê tesîrê li her parçeyî bikin. Pêkvêbûna çarenûsa kurdan ne arîşe, lê ji bo wan şans e. Barzanî jî derbarê dîdarên li gel HDP’ê de got, kurd di serdema peşxistina destkeftiyên xwe de ne. Pêwîstiya kurdan ne bi şer, bi aştiyê heye. Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku ji bo proseya çareseriyê çi ji destê wî bê, ew ê bike.
Li gor jêdaran Serokê PKK’ê Abdullah Öcalan bi rêya brayê xwe di hevdîtina cejnê de nameyekî ji Barzanî re nivîsandiye û Demirtaş peyama Öcalan gihandiye Barzanî. Li gor vê Öcalan ji Barzanî daxwaz dike ku ji bo aştî û vegera muzakereyan careke din navbeynkarî bike. Amaje li ser wê yekê heye ku armanca sereke ya vê serdana HDP’ê jî ew e ku şerê di navbera PKK’ê û Hikûmetê de bi dawî bibe û alî careke din vegerin ser maseya gotûbêjê.
Li gor pisporan heta ku têkiliyên neyênî yê navbera siyaseta kurd aram nebe, ew nikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan alîkariya hevûdû jî bikin. Niha pirsa girîng ew e ku wê hewldan û daxwazên Öcalan û HDP’ê ji aliyê Qendîlê ve çava werin bersivandin. Li aliyê din amaje li ser wê yekê heye ku rayedarên PKK’ê ji mezinbûna rola Barzanî ya di proseya çareseriyê de aciz in, lê ji neçarî wê ev yekê qebûl bikin. Hinek şîrovekar jî li Rojava fişarên PYD’ê yên li ser ENKS’ê jî weke sînyalên neguherîna siyaseta PKK’ê destnîşan dikin.
‘Barzanî ji bo yekîtiya netewî dikare roleke girîng bilîze”
Bi serpereştiya Hevserokê Giştî Selahattin Demirtaş, desteya HDP’ê şeva 20 Îlonê gihişt payîtexta Rêveberiya Herêma Kurdistanê Hewlêrê. Parlementêrên HDP’ê Nadir Yıldırım, Besime Konca, Saadet Becerikli, Osman Baydemir, Mithat Sancar, İmam Taşçıer û Celal Doğan jî di şandê de cih girtin. Serdan û hevdîtina bi Barzanî re kelecaneke nû anî sîyaseta kurdî. Di nava hêvî û bêhêvîbûnê de, raya giştî ya kurd, xweşhalî û kêfxweşiya xwe li ser vê serdanê di medyaya civakî û malperên nûçeyan de anîn ziman.
Roja beriya cejnê Serokê PKK’ê Abdullah Öcalan li Girava İmralıyê bi birayê xwe Mehmet Öcalan re hevdîtinek pêk anîbû. Tê ragihandin ku Öcalan dixwaze Barzanî ji bo destpêkirina proseya aştiyê bibe navbeynkar û tundiya di navbera PKK’ê û Hikûmetê de biqede û serdan li ser daxwaza wî hatiye kirin. Herwiha tê îddîakirin ku Demirtaş nameya Öcalan jî gihandiye Barzanî. Öcalan di hevdîtina li gel birayê xwe de, hêvîyên xwe bo aramîbûnê anîbû ziman û ji ber ku dibe sedema tundiyê, greva birçîbûnê ya HDP’ê bi dawî anîbû. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, rayedarên DYA’yê jî hişyarî dane aliyan ku vegerin ser proseya aştiyê û ji bo vê yeke alîkarî ji Barzanî jî xwestiye. Herwiha Barzanî meha borî di serdana xwe ya Enqerê de, xwestiya raya Hikûmetê derbarê vegera ser maseya diyalogê bizanibe. Dîsa tê îdiakirin ku rêvebiriya PKK’ê berî serdana Baranî, di vê mijarê de ji Serokê RHK’ê xwestine ku navbeynkariyê di navbera herdû aliyan de bike û derbarê rewşa Öcalan de agahdar bibe. Ev 2 sal bûn rewşa Öcalan nedihat zanîn, li ser hewldanên Barzanî Hikûmetê rê li ber dîtina Öcalan vekir û birayê Öcalan peyama Serokê PKK’ê ji raya giştî re ragihand.
Raya giştî ya Kurdistanê niha hêvî dike ku li gel bidawîanîna tundiya li welat di navbera partiyên kurdî de jî aramiyek çêbibe û bi kelecanek nû li serdan û dîdar û peyamên aliyan temaşe dike. Balkêş e ku medyaya tirk wek nûçe jî behsa serdana HDP’ê nekir. Li aliyê din Demirtaş ku li Hewlêrê bang li medyaya nêzî PKK’ê kir û got; ’divê medyaya kurdî zimaneke nerm û aştiyane bi kar bîne’ jî medyaya PKK’ê di nûçeyên derbarê serdana HDP’ê de sifata Barzanî ya Serokatiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) bi kar neanî û ev yeke balê kişand. Herwiha di dema serdana Demirtaş de, Asayîşa PYD’ê li ser sînor rê li ber pêyamnêra Rudawê girt, wê derb kirin û nehiştin ew serdana malbata xwe bike, ku peyambera navborî di heman demî de jineke ducanî bû. Ev kiryaran weke pûçkirina hewldanên Demirtaş yên aramiyê tên şîrovekirin.
Li aliyê din ve tê gotin ku Hikûmeta Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê bi YPG û DYA’yê re ku rûbirû bûye, dixwaze nakokiyên xwe yên navxweyî biqedîne û pêwîstî bi lihevhatinek li gel PKK’ê dike û ji bo ve yeke serdana HDP’ê bi baldarî dişopînin.
Li gorî jêderan, li ser van hemû hewladanan, helwesta rêvebirên PKK’ê girîng e, ku hîn jî daxuyaniyên tund didin. Tê destnîşankirin ku PKK, jipêşderketina navê Barzanî careke din bo proseya aştî û yekîtîyê aciz e, lê vê gavê neçar e û vê yeke bêdil be jî wê qebûl bike. Li aliyê din heman demê de li Rojavayê Kurdistanê zextên PYD’ê li ser ENKS’ê didomin. Û PKK ev kiryarên dijî ENKS’ê wek peyam dide xuyakirin ku wê li Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe naguherîne. Niha hêvîdarên hewldanên HDP’ê çavê berdane ser biryar û helwesta rêvebirên PKK’ê, da ku wê çi bersîvê bidin vê pêvajoyê.
‘Barzanî dikare ji bo yekîtiya netewî rol bilîze’
Desteya HDP’ê, di 21’ê Îlonê de serdana Parlementoya Herêma Kurdistanê jî kir û ji aliyê Cîgirê Serokê Parlementoyê Mihemed Emînkî ve hate pêşwazîkirin. Demirtaş di serdana parlamentoyê de wiha axivî: “Armanca me ew e ku di nava partiyên sîyasî yên kurdî de danûstandin û yekîtiyê bi hêz bikin. Kurd di qonaxeke dîrokî de ne. Divê kurd herî zêde vê demê hev bigirin.”
Hevserokê HDP’ê Demirtaş ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêbereke mezin û girîng e ji bo miletê kurd û got Barzanî dikare ji bo yekîtiya netewî rol bilîze. Piştî serdana parlamentoyê şandeya HDP’ê li Selahadîn ji aliyê Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ve li avahiya Serokatiyê li bi prokoleke bilind ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê, ji aliyê Barzanî û desteya HDP’ê ve daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Hevserokê HDP’ê Demirtaş bal kişand ser tifaqa kurdan û daxuyand ku yekîtiyên bi hêz, dê bi erênî tesîrê li rewşa kurdan bike û got: “Têkoşîna me û destkeftiyên me jî dê bandorê li we bikin. Bihevvegirêdana çarenûsa me ji bo ne kêşe ye, şansek e.”
Barzanî: Me pêwîstî bi aştiyê heye, ne bi şer
Serokê RHK’ê Barzanî jî derbarê dîdara li gel şanda HDP’ê de destnîşan kir ku wan bi hevre geşedanên herêmê nirxandine û destnîşan kir ku Kurdistan hatiye perçekirin û lê bi têkoşînê ve xelkê kurd xwe parastiye û wiha got: “Vê gavê dema garantîkirina destkeftiyan e, divê em kêşeyên milletê xwe çareser bikin, ji ber wê me pêwîstî bi aştiyê heye, ne bi şer.“
Barzanî bal kişand ser zirarên şer û ragihand ku divê pevçûn bi demildest rawestin: “Divê êdî em xwe rexne bikin.” Barzanî aşkere kir ku divê ji bo dabînkirina aştiyê herkes alîkariyê bide û ew ê ji bo destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê alîkariyê bide û çi ji destê wî tê dê bike.
HDP, bi hemû aliyan re civiya
HDP’ê piştî civîna Serokê RHK’ê serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) kir. Sekreterê Meclîsa Partiyê Fazil Mîranî pêzwaziya heyetê kir. Piştî hevdîtinê Mîranî û Demirtaş civineke hevpar a çapemeniyê li dar xistin û hêviyên xwe li ser yekbûna sîyaseta kurdî anîn ziman.
Piştî vê hevdîtinê desteyê serdana Serokwezîrê RHK’ê Nêçîrvan Barzanî kir. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê armanca serdanan, destpêkirina danûstandinan partiyên başûr re, herwiha gotûbêjkirina çareserkirina kêşeya kurd a li hemû perçeyên Kurdistanê bûye.
Demirtaş: Me alîkarî ji Barzanî xwest
Demirtaş destnîşan kir ku hevgirtin û danûstandinên aliyên kurdistanî dê bandoreke erênî li pirsa kurd bike û gefên li ser kurdan kêm bike. Demirtaş daxuyand ku ji bo pêşvebirina danûstandinên di navbera partiyên kurd de, HDP rolê dilîze û ji bo vê yeke alîkarî ji Serokwezîrê RHK’ê Barzanî xwestine.
Serokwezîrê RHK’ê Barzanî jî diyar kir ku danûstandin di nav partiyên kurd de dê xeterên li ser kurdan pûç bike û xweşhaliya xwe derbarê serdana HDP’ê anî ziman.
HDP’ê, piştre li Hewlêr û Silêmanî serdana Komeleya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komele), Komeleya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Serokkomarê berê yê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî, endamên polîtburoya YNK’ê, Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm û Tevgera Goranê kir û hin civîn pêk anîn.
BasNûçe
Bibin millet ji bo hûn bibin dewlet
ÇAR PARÇE, ANTÎ PARÇE
KURD ÇI DIXWAZIN?