Şah û paşayên Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko (!) dest bi xwarina serê zarokên xwe yên ekolojîk û demokratîk kir. Ew zarokên ku doza Kurd û Kurdistanê kirin bi qurbana Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko û xelkên dolheram, îro yeko yeko ji kar tên dûrxistin, tên girtin û berê wan didin zindanên ekolojîk û demokratîk.
Ji hevserokên HDP bigirin, heta bi binserok û şaredarên HDP, yeko yeko, wek liba tizbîya Mam Celal tên kişandin û ji alî Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko ve selewat li ser wan tên xwendin.
Law ev Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko çiqasî bê wîjdan û nankor e yaho!
Ma hûn çi ji hevserok û şaredarên me dixwazin hey bêbextno?
Ma hevserok û binserokên me Kurdistan nekirin bi qurbana dewleta we?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me ji bo xatirê we xendek û çal û koncal nedan kolan?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me di wan xendek û koncalan de zêdeyî 7 hezar keç û xortên Kurd nekirin bi qurbana serê we?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şernex, Silopî, Hezex û deverên din ji bo xatirê çavên we bi erdê re nekirin yek, nebûn sebeb?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me ji bo xatirê çavên we Kurdistan navêtin teneka zibil?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me têra xwe ji we re li tenbûrê nexistin û nekirin ting û ring?
Belêêê..
Ma hevserok û binserokên me xwedî li sînorên Tirkîyê, xwedî li ala Tirko derneketin û di axurê meclîsa we de bi namûs û şerefa Atavirqo sûnd nexwarin?
Belêêê…
Ma hevserok û binserokên me nedigotin „em nahêlin Tirkîye parçe bibe, esker û polîs zarokên me ne, canê me ne“?
Belêêê…
Ê naxwe çi babam?
Naxwe hûn çiyî din ji hevserok û binserokên me dixwazin hey nankorno?
Ma evqas erk û xizmetên giranbuha ne bes in?
Ma ku Seloyê me hatibe lîztika Sirri Sureyya Onderko û gotibe „Senî başqan yaptirmayacagiz – Emê te nekin serok“ dinya xira bû oxlim?
Werhasilî kelam, Demokratîk Cûmhûrîteya Tirko û hevallerên me îro serê zarokên xwe dixwe û çewalên ekolojîk û demokratîk dixe serê wan.
Lê kaaaaaaa!?
Gelo piştî vê kêlî û seetê, wê hevserok û binserokên me biaqil bibin û hişê wan bê serê wan?
Gelo wê dijminên bavê xwe nas bikin û berê xwe bidin Kurd û Kurdistanê, yan wê dîsa tirşika Demokratîk Cûmhûrîteyê û bratîya xelkên dewşîrme bixwin û berê xwe bidin Tirkayetî û Tirkistanê?
Ê de derbasbûyî be hevserokno!
Xwedê ahê we ji Demokratîk Cûmhûrîyeta nankor re nehêre rebbî!
Amîn!
Dîko nameyek ji Nêçîrê me re şand
Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?
Ramanli tir ji Uçum berda