PKK rojekê netewparêz, roja din dijberê netew-dewlet, rojekê gelparêz-sosyalîst, rojekê oldar, rojekê xwedanenas, rojekê parêzerê qûnekên LGBT. Carna difire ezmanan, carna dadikeve û dibe xwedî û parêzerê hemi dinyayê. Herkesî dibîne, ji herkesî re dewletê dixwaze, lê tenê Kurdistana ku ew li ser dijîn û li ser şer dikin, nabînin.
Başe hûn çi ne babam?
PKK 40 sal e sîxur û ajanek nekujtiye, şaredarek nekujtiye, çima? PKK wekîlek, walîyek nekujtiye. Lê 40 sal in vî şerî di nava gelê Kurd de dike û bi hinceta „ajantî û xayîntîyê“ tenê Kurd kujtine. Başe, di nava 40 salan de PKK çi da gelê Kurd? 40 sal in strîyek jî di lingên generalên Qendîlê de ranebûye. Tenê wê fermanê bidin û xort û keçên Kurd bên kujtin.
PKK dewleta Kurdî naxwaze, çima? Tu pirsgirêka wê û ala dewleta Tirk jî bi hev re tuneye, pirsgirêka wê bi leşkerên Tirk re jî tuneye, bi dewletê re jî pirsgirêka wê tuneye, başe bi kê re pirsgirêka wê heye?
Bêguman bi Kurdan re..
Ji ber li Qendîlê jî kes hînî Kurdî nabe, kesên tên wir perwerdeya Tirkî û Kemalîzmê dibînin. Bela herî mezin a li ser serê gelê Kurd bêguman PKK ye. Lê êdî xilas, gelê Kurd rastîya xwe û PKK dît. Ji xeynî şîn û girî, xwînrijandin û koçberîyê pê ve PKK tiştek neda Kurdan. Şeref û namûsa gelê Kurd mabû, ew jî ji dest girtin. Bi navê jin-jîyan-azadî civaka Kurd jihevde xistin, malbat jihevde xistin, parçe kirin û tu wateya şeref û namûsê nehiştin. Li kuderê kesekî ku ne Kurd bû û ji çand û civaka Kurd dûr bû, xwedî li wan derketin. Wek Muharrem Erbey, Emîre Eren Keskin, Ayşe Gunaysu, û bi sedan kesên ku Kemalîst in û ne Kurd in, li ser serê Kurdan kirin serok û rêber.
Gotinek rehmetîyê Yilmaz Guney hebû.
Digot:
„Heke qehpik bixwazin bibin qehpik, bela bibin qehpikên xwende“.
Xuyaye xeyala Yilmaz Guney pêk hat.
Tu di gora xwe de rehet razê Yilmaz Guney, çavê te ronî be!
Gelek ji rêxistinên me bûn „qehpikên xwende“. Rêxistinên me gelek qehpikên xwende afirandin. Dewlet ji xwe jin û mêran dike fahîşe.
Ezê bi serpêhatîyekê dawî li nivîsa xwe bînim.
Serpêhatî rast e û qewimî ye.
Serpêhatî li Elezîzê çêbûye.
Salên 1960î. Ji ber xeletîya karmendê Nexweşxaneya Dînan, temamê dînan ji nexweşxaneyê direvin. Li kuçe û kolanên bajarê Elezîzê belav dibin. Yekûn 423 dîn reviyane. Meqamên dewletê dikevin helak û kelecanê, tên cem serokhekîm û „em çi bikin doktor beg“ dibêjin.
Wê demê Doktor Mutemet Beg ê navdar serokhekîmê nexweşxanê bû.
Mutemet Beg dibêje:
„ Pîpîkekê bidin min, xwe bi min ve bizeliqînin û bidin dû min“.
Doktor li pêş û çend karmend jî li pişt doktor dest bi lîztika trêna kaşkaşok dikin. Hemi bi hev re dikin „çuf çuf“ û deng bi ser bajêr dixin.
Texmîna serokhekîm Mutemet Beg rast derketibû. Temamê dînan xwe bi karmendan ve zeliqandin û ji trênê re bûn fargon û Doktor Mutemet beg jî wek lokomotîfa trênê dîsa berê wan da nexweşxaneyê. Herkes ji rewşa xwe bextewar bû,
Lê pirs û pirsgirêka bingehîn çi bû hûn zanin?
Êvarî gava dîn hatin saxtîkirin û hejmartin, hejmara kesên ku bi lîztika trênê re hatibûn nexweşxanê 612 kes bûn
Îcar heçê zane zane, heçê nizane jî mesela baqê nîskan e qurban…
cevatsinet@hotmail. com
Kurdistan
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş