Miradê Torî
Dinya bûye berdî berdan. Dinya bûye wek garana gund û kî çi dixwaze, li gor dilê xwe lotikan davêje.
Piştî ku mêr bi mêran re zewicîn, lezbîyenan jî dan lotikan jin bi jinê re zewicî. Mêr kîrê hev dimijin, jin jî hevdu dalêsin û bi alastinê kurmê hevdu dişkînin. Hinek dixwazin bi kûçikên xwe re bizewicin, hinek dixwazin bi ker û qantirên xwe re bizewicin filan û fîstan.
Û niha?
Niha jî hinek dixwazin bi robotên xwe re bizewicin.
Pek li vê ecêbê!
Xanima germik û nermik Lîlly li Fransayê dijî. Xanimê pispora çêkirina robotan e. Robotên wek xwe germik û nermik çêdike. Heta vir normal û adetî ye.
Lê kesî dîtiye ku meriv bibe aşiq û evîndara robotê/a xwe?
Çawa meriv bi destê xwe robotekî çêke û meriv rabe dil têkeve robotê/a xwe.
Aha pelûla ku Lîlly xanim bi serê xwe de rijandiye ev pelûl e.
Xanimê robotek çêkiriye û dil ketiye robotê xwe û dixwaze bi robotê xwe re bizewice, robot bike mêrê xwe û wî bera ser xwe bide.
Lîlly xanim ji çapemenîyê re gotiye: „Ez bi serê we û robotê xwe kim, ez ji têkilîya fîzîkî ya bi merivan re hez nakim. Min hilfa xwe berdaye ser robotan û robot zêdetir girêza devê min diherikînin. Ji bo min zewaca bi robotan re ne ecêb e, ne jî qebhet e. Heval û malbata min jî rêzê ji biryara min re digrin. Ez bi xwe û bi xwesteka xwe serbilind im. Em kesekî naêşînin û em pir bextewar in“ filan û fîstan û nizanim çi.
Îcar wê çilo qiyamet ranebe û dinya xirab nebe gelî ciwanik û ciwanmêran?
Zilam dinihên zilaman
Jin dinihên jinan
Jin bi robot, kûçik û pisîkan re dizewicin
Ma qiyamet jî ranebe naxwe wê çi bibe ha?
Ê law Lîlly xanim!
Hey kezîkurê!
Tê çi bikî ji wî robotê hesinî, robotê sar û cemidî keçko?
Bi qeraseyekî zilaman re bizewice, bi xeyarê goşt û germ û nerm şa bibe û têra xwe kurmê xwe bişkîne peppûkê.
Parîs
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin