Pişo Mihemed
Belê, şahînşahê Tirkiyê û cewrên hikûmeta wî dest bi girtin û kujtina PKK û HDPî yan kirine û ha ha komele û dezgehên wan digirin. Dibêjin go agir bi daristanê ket ter û hişk tevde dişewitin. Îcar dewleta Tirko Kurd dane ber şeg û pegan û nabêje tu kurê kê yî.
Axir…
Piştî girtina serok û hevserokên HDP, cewr û cewrikên hikûmeta AKP bi tenq û top û reşaşan êrîşî xaltîka me Aysel Tugluk kirin û rebenê girtin, berê wê jî dan girtîxanê.
Rebena xaltîka me Aysel Tugluk, kir û nekir nikarîbû xwe li ber dilê dewleta Tirko şîrîn bike. Kezîkurê bi salan pesnê beton Misto da, lê fêde nekir. Bi salan berê Kurdan da Kemalîzmê û serê Kurdên xwelîser bi fikir û ramanên Atavirqo dagirt, lê dîsa fêde nekir. Got: „Atatirk serokekî mezin e, nemir e, stûna netewa Tirk e, ew mûcîze ye“ filan û fîstan, lê dîsa fêde nekir. Mejîyê bi hezaran keç û xortên Kurd bi Kemalîzmê şûşt û ew kirin Kemalîst, dîsa fêde nekir.
Aha Tirkên te ev in ha xaltîka Aysel!
Aha brayên te yên Tirk, ewên ku we di ber wan û welatê wan de mala Kurdan şewitand, ev in.
Werhasilî kelam, emê bêjin „de belkî di girtîxanê de biaqil bibin û hişê wan bê serê wan“ lê bawer nakim. Bawer nakim, ji ber go Hetîb Şeqşeq jî gava ketibû girtîxanê biaqil û hişê wî li serê wî bû.
Lê gava derket?
Kurdistan avêt ser sergo û teneka zibil bi serê xwe dakir.
Îcar bi rastî ez meraq dikim lo.
Xetîb Şeqşeqê me piştî derketina ji hepsê Kurdistan avêt nav teneka zibil û xwelîya heft gundan li serê xwe jî, li serê Kurdên xwelîser jî kir.
Gelo gava Selo, Fîgo û Ayselka me ji hepsê derkevin ewê Kurdistanê bavêjin ku û têxin kîjan qulê?
Amed
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e